Nakokî li ser çavkaniyên gaz û petrola li Deryaya Navîn

20-07-2020
RÛDAW
Li aliyê Rojhilatê Deryaya Naverast 13 zeviyên gaza sirûştî hene
Li aliyê Rojhilatê Deryaya Naverast 13 zeviyên gaza sirûştî hene
Nîşan Deryaya Navîn Tirkiye Îsraîl Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyên petrol û gazê yên rojhilatê Deryaya Navîn, di navbera welatên navçeyê de bûne sedema alozî û rikeberiyeke tûnd. Tirkiyê, Misir, Îsrail, Qubris û Lubnan, ekterên serekî yên wan alozî û rikeberiya ne, lê Tirkiyê bi destêwerdana serbazî, aloziyan kûrtir dike.

Tirkiyê, Komara Qubrisê bi wê yekê tometbar dike ku bi awayekî yekalî dest bi lêgerîna petrol û gazê kiriye. Enqere jî di wê baweriyê de ye ku li ser navê Qubrisa bakur mafê wê jî heye ku gazê ji navçeyê derxîne.

Dîtina samanekî mezin li rojhilatê Deryaya Naverast, nakokiyên kevin ên navbera welatên navçeya rojhilatê wê deryayê, zêde kirine.

Her ji niha ve, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, êrîşî ser beşekî ji welatên wê navçeyê dike, ku bêhtir mebesta wî Yûnan bû.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje: “Ew ên ku didîtin ew dikarin hinek tevgerê li rojhilatê Deryaya Naverast an Deryaya Egeyê bikin, weke astengiyê li dijî Tirkiyê, niha êdî em tê gihiştin wan çi şaştî kirine. Bi ti awayî ne cihê pesendkirinê ye, samanên siruştî yên rojhilatê Deryaya Naverast bêne dizîn û Tirkiye û Komara Tirkiyê, li bakurê Qubrisê bêbeş be. Her weke çawa me kir ku terorîstên Sûriyê baca karên xwe bidin, bi wî awayî jî, em gorepanê ji bo çeteyên deryayê bicih nahêlin."

Li rojhilatê Deryaya Naverast, 10 welat hene, pişkên wan, di samanên deryayî yên navçeyê de, hene. Li gorî raporteke Encûmena Ewropî ya Pêwendiyên Derve: Li aliyê rojhilatê Deryaya Naverast, 13 zeviyên xaza siruştî û 11 wêstgehên veguhastin û wergirtina xazê hene. Lêkolînên jeolojîk, tibaba samanên xaza siruştî li rojhilatê Deryaya Naverast, bi bêhtir ji 122 trilyon pê sêca xaza siruştî texmîn dikin. Şerê mezin di navbera 5 welatên sereke de ye: Tirkiye, Misr, Yewnan, Qubris û Israîl. Hevdem, Lîbya, Sûriye, Lubnan û Filestîn pişka wan di samanên navçeyê de heye, ku ji bilî Îtalya, 4 welatên din mijûlî kêşeyên ewlehî û aborî ne.

Niha Tirkiye, hersê keştiyên Fatih, Berberos û Axosî, li nav Deryaya Naverast, gera li xazê çalak kiriye, hevdem ligel Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê rêkeftina diyarkirina hêlên avî yên navbera xwe, îmze kiriye.

Rêkeftineke welatên din ên li ser kenarên wê deryayê, dan pê nedaye, û di Çileya 2019an de, Misr, Israîl, Qubris, Yûnan, Îtalya, Urdin û desthilata Filestînî civînek, bi bê vexwendina Tirkiyê, lidar xist û tê de Dîdara Xaza Navçeya Rojhilata Navîn hate ragihandin, ku baregeha wê li Qahîreya paytexta Misrê ye.

Hevdem Îsraîl dest bi derxistina gazê ji zaviyên navçeyê kiriye û rêkeftina bi (Îst-Mîd) naskirî ye, ligel Yûnan û Qubrisê îmze kiriye û yek ji bendên wê, gihandina xazê bi boriyeke dirêj a 2 hezar kîlometreyî ye, ji bo Qubrisê û piştre ji bo Yewnanê û ji wê derê bo Ewropayê, ku gefê li hêla (Tenab) û (Turk Strem) a Tirkiyê dike, taybet bi gihandina gazê ji wî welatî bo Ewropayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst