Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedan koçberên ji Efrînê li kampeke Yûnanê asê mane û dixwazin derbasî nav welatên din ên Ewropa bibin, komisyona penaberan jî hewl dide, ku wan koçberan bi riyeke yasayî derbas bike.
Di kampeke li navçeya Diyavata ya Yûnanê de ku bi awayekî demkî ji aliyê koçberan bi xwe ve hatiye avakirin, jiyan gelek zehmet xuya dike. Koçberên Efrînî dibêjin, ew naxwazin ku li Yûnanê bimînin, lê ji ber ku rê hatine girtin û çend yasayên nû hatine derxistin, ew li wê derê asê mane.
Li gor koçberekî Efrînê ew ji ber şer û kuştinê reviyane, hê jî zarokên wî di jêr bandora bordûmana ser Efrînê de mane û ditirsin, yek ji wan zarokan şelelê lê xistiye.
Mehmûd Mistefa Etar yek ji wan koçberan e û dibêje: "Dîmenên ku zarokên min li Efrînê dîtin ew ziravqetandî kirin, ev zarokê min şelelê lêxist, ya girîng ew bû me xwe ji mirinê rizgar kir, em lipaş xwe nanerin ji ber wêranî ye, û lipêş me jî zehmetî, rêyên nexweş, çiya, astengî û rewşa gelekî xerab heye."
Roj bi roj koçberên Efrînê li vê kampa Diavata zêde dibin, Komisyona Koçberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî bi her awayî be alîkariyê ji koçberên Efrînê re peyda dike, herwiha rêyên yasayî jî bo wan koçberan daku derbasî rojavayê Awropayê bibin misoger dike.
Berdevkê Komîsyona Koçberan, Leo Dobbs jî dide zanîn: "Pêwîstiya Yûnanê bi alîkariya zêde heye, em li Komisyona Koçberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî di rasperdeyên xwe de bo alîkarîkirina koçberan berdewam in, daku ew koçber bi rêyên yasayî ji Yunanê derkevin û li welatên Ewropayê akincî bibin."
Koçberên Efrînê behsa êrîşa ser bajarê xwe dikin, behsa bordûman, wêranî û kuştinê dikin, li ber çavên wan hemû tiştên wan şewitîn û jinav çûn, tenê hêviya wan ew bû xwe ji mirinê rizgar bikin.
Mehmûd Mistefa Etar dibêje: "Temaşa bike, bajarê te yê taybet ku tu lê jidayik bûye û mezin bûye li ber çavê te wêran dibe û dişewite, tu nikare tiştekî bike, tenê tu dixwaze xwe û malbata xwe rizgar bike, ez naxwazim wan rojan bînim bîra xwe."
Mehmûdê Efrînî ligel hevjîn û herdu zarokên xwe ji Efrînê reviyane û li çemê Evros xistin û gihiştin Yûnanê, niha ligel 2 hezar koçber li kampa Diavata dijîn, bihêvî ne di demeke nêzîk de li rojavayê Ewropayê bicîh bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse