Noam Chomsky:Bila kurd derfeta dewletbûnê ji dest nedin



New York (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle ji zindanê derket û di daxuyaniya xwe de got ku, “Me fikrê dewleta Kurdistanê avêtiye sergoyê û divê Barzanî dewletê ava neke.” Lê fîlosofê anarşîst ê navdar û zimanzan Noam Chomsky parastina fikrê dewletbûna Kurdan kir û piştgirî da Kurdistana serbixwe.

 

Di serlêdana akademisyenên kurd Îbrahîm Halîl Baran û Prof. Osman Yaşar de, Chomsky ala rengîn weke diyarî wergirt û wiha got: “Hêj dewra dewletên neteweyî neqediyaye, divê kurd bibin yek û jibilî çiyayên xwe piştê nedin ti kesan, lê ji bo berjewendiya xwe firsendan baş binirxînin. Standina Kerkûkê hewldaneke gellekî baş bû.” 
 

Mamosteyê Sosyolojiya Kurdistanê li City Univeristy of New Yorkê (CUNY) Îbrahîm Halîl Baran û serokê beşa CPS ya State University of New Yorkê (SUNY) profesorê Kurd Osman Yaşar li Cambridge – Massachusetts Institute of Technologyê (MIT) bi feylesof Noam Chomsky re civiyan û derheqê teoriya zimanan û li ser meseleya Kurdistanê nêzî du seetan axivîn. Di vê hevdîtinê de Îbrahîm Halîl Baran ala Kurdistanê û serpoşeyeke pêşmergeyên Kurdistanê diyarî Noam Chomsky kir. Baran ji Rudawê re axivî û wiha got: “Chomsky ji zîyareta me gellekî dilşad bû, bi şanazî ala rengîn wergirt û got zanibin ku ezê van xelata bi awayekî baş biparêzim û di ew di odeya xwe de daleqandin.”

 

Baran diyar kir ku Chomsky di civîna wan de li ser rewşa Kurdan û Kurdistana serbixwe gellek tiştên giring gotine. Piştî hevdîtinê Îbrahîm Halîl Baran teksta qeydê li ser bloga xwe parve kir. Chomsky li ser meseleya Kurdsitanê wiha dibêje:


-“Bi ya min ne tenê Kurd, hemû kesên di bin zext û zilmê de divê li berjewendiyên xwe binêrin û firsendan baş binirxînin. Lê nefikirin ku Amerîka an jî hêzeka din wê xêrê li we bike, nekevin nav xeyalan, bi awayekî rastî binêrin.”


-“Di siyaseta navneteweyî de kes ne dost e û herkes li berjewendiya xwe difikire. Lazim e hûn ji li gorî vê bimeşin. Hûn dizanin ku li derveyî we dagirker û xêrnexwazên we gellek in, dema we fersendek dît, ji bo xwe biparêzin. Lê belê nekevin nav xeyalan. Bi awayekî rastî binirxînin. Bi ya min pirsgirêka Kurdan ya bi sedsalan jî ev e: Hertim ji hêzeka din hêviya wan heye. Mixabin ev ne tiştekî baş e.”

 

-“Divê hêviya we ji çiyayên we hebe, pişta xwe bispêrin wan. Ji bilî vê tu hêz tune ye.”

-“Baweriya xwe bi ti kesan neyînin. Ji wan her yek li sûda xwe dinêrin. Xwe ji bin dagirkeriya Îran, Iraq, Sûrî û Tirkiyê xelas bikin. Dema firsenda we hebû xwe tê de biçikînin û serxwebûniya xwe bistînin. Bi mîsal, standina Kerkûkê hewldaneke gellekî baş bû. Li dijî Amerîkayê nesekinin û zanibin Tirkiye jî aktorekî mezin e."

- “Na, na! Bi qetî dikarim bibêjim ku hêj dewra dewletên neteweyî neqediyaye. Gotina vê yekê ne tiştekî rast e û ev sawana jî fikrên zeîf in. Ka li Rojhilata Navîn binêrin. Ew hemû dewletana ji aliyê hêzên emperyalîst ve hatine damezrandin. Mesela Iraq. Ji bo ku petrol nekeve destê Tirkan, ew ji aliyê Îngilîzan ve hate çêkirin. Heta bêje Iraqê li Besrayê jî bendera wê tunne bû û anîn jê re Kuweyt çêkirin. Heman tişt li Sûrî, Urdun û li Filistînê jî çêbû û emperyalîstan ji wan re sînorên çêkirî danîn. Û niha, hemiyên wan parçe dibin. Meseleya dewletên neteweyî nehatiye derbaskirin, ew ji nû ve tên çêkirin. Sawên îdeolojîk ji bo siberojê bi tenê fikrin. Guh nedin wan.”

-"Fikrê Kurdistana yekbûyî û serbixwe ji dest bernedin. Ji ber ku sînorên ku emperyalîstan çêkirinî ji holê radibin û kes nizane wê çi bibe. Lazim e Kurdên li Tirkiyê, Îranê, Iraqê û Suriyê bibin yek. Lazim e di nav xwe de şer nekin û dev ji serxwebûniyê bernedin."

 

-“Ez pir dixwazim herim Kurdistana azad. Berê jî min hewl da. Ezê par biçûyama lê nebû."

-“Divê Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin. Eger Kurd zimanê xwe winda bikin, wê dîrok, çand, edebiyat û rihê xwe winda bikin."