Guterres bang li welatan kir ku çekdarên DAIŞê û malbatên wan ji Rojavayê Kurdistanê vegerînin

20-06-2023
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Antonio Gutterres DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji ber vegerandina welatiyên xwe ji kamp û zindanên Sûriyê pirozbahî li Iraqê kir û bang li welatên biyanî jî kir ku vegerandina welatiyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bilez bikin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê roja Duşemê di konferanseke li ser terorîzmê de got “Ez pîrozbahiyê li Iraq û welatên din dikim ku welatiyên xwe ji kampan vegerandine û banga xwe ji hemû welatên din ên endam re dubare dikim ku weke karekî sereke û bilez alîkar bin ji bo vegerandina çekdarên DAIŞê û malbatên wan. Ev yek bi exlaq û dilovaniya mirovahiyê ve girêdayî ye. Ew jî li ser ewlehiyê ye.”

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hevkarê sereke yê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ye, di sala 2019 an de bi girtina Baxozê re serkeftina li dijî DAIŞ'ê ragihand. Bi salan e zêdetirî 10 hezar çekdarên DAIŞê û 50 hezar xizmên wan di girtîgeh û kampên Rojavayê Kurdistanê de tên ragirtin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan 37 hezar kesên bîyanî li kampên Hol û Roj ên Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ne.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê texmîn dike ku çekdarên DAIŞê ji 5 hezar Sûrî, 3 hezar Iraqî û 2 hezar biyaniyan pêk tên.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî got ku divê welat "şertên bingehîn ên wekî xizaniya ku dibe sedema terorîzmê" çareser bikin da ku pêşî li belavbûna tundûtûjiyê bigirin.

Guterres got, "Tevî ku me bi salan hin destkeftiyên girîng bi dest xistin, terorîzm û tundrewî berdewam dibin û mezin dibin." Guterres bang li welatan kir ku "bi yek dengî li dijî vê xetereya cîhanî bisekinin.”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî got jî “Şaxên Afrîkî yên El Qaîde û DAIŞê bi lez li deverên mîna Sahelê bi dest dixin û ber bi Kendava Gîneyê ve diçin başûr.” Her wiha bal kişand ser hovîtiya DAIŞ'ê ya li Iraq û Sûriyeyê.

Guterres dibêje “Neo-Nazî û tevgerên spî yên nîjadperest bi lez û bez dibin gefên bingehîn ên ewlekariya navxweyî ya çend welatan."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî tekez kir ku îdyolojiya berdewam sûdê ji krîzên rûbirûyê cîhanê digire, ji krîzên xwarin û enerjiyê bigire heya guherîna avhewayê û belavbûna nefretê li ser înternetê.

Guterres bawer dike ku divê ew balê bikişînin ser awayê herî bi bandor "ji bo bidawîkirina vê metirsiyê, ku pêşîlêgirtinê ye. Pêşîlêgirtin ne tenê tê wateya têkbirina êrîşan û pûçkirina planan. Ew tê wateya çareserkirina şert û mercên bingehîn ên ku di rêza yekem de dikarin bibin sedema terorê, wek mînak. xizanî, cudakarî, gilî, binesaziya lawaz û sazî û binpêkirinên mezin ên mafên mirovan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst