Portugal beşek ji darên daristanên xwe dibire

20-06-2022
RÛDAW
Havîna sala 2017an çar ji mezintirîn agirên li Portugalê li daristanên naverasta wî welatî derketibûn
Havîna sala 2017an çar ji mezintirîn agirên li Portugalê li daristanên naverasta wî welatî derketibûn
Nîşan Portugal Daristan Eucalyptus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Portugalê ji bo rê li ber şewata daristanan bigire beşek ji darên daristanên xwe dibire.

Daristanên gur ên Norêdinhoya di darê eucalyptusê tijî ye. Pelên vê darê gazekê derdixin ku di dema germê de bi hêsanî agir derdikeve. Vê yekê jî hikûmeta Portugalê neçar kiriye, ku hinek daran bibire.

Helîkopter û otombîlên agirvemirandinê hişyariyê didin bo metirsiya şewata li wan daristanan.

Endazyar û Pisporê Jingeha Daristanan Pawlo Pementa De Castro dibêje: “Ji sala 1995an û vir ve rojane em dibînin ku daristanên me jinav diçin. Ji sala 2005an heta 2010an bi keskkirina nêzîkî 60 hezar hektar erd, me hinek qerebûya jinav birina daristanan kir, lê ew qerebû bi çandina darên jehrî yên weke eucalyptusê bû."

Havîna sala 2017an çar ji mezintirîn agirên li Portugalê li daristanên naverasta wî welatî derketibûn.

Ji ber agir herî kêm 100 kesan canê xwe ji dest dan û 500 hezar hektar erd şewitî.

Hezar û 700 karmendên agir vemirandinê yên Portugalê, Fransa, Îtalya, Mexrîb û Îspanyayê hatin erkdarkirin, ku heta agir hat kontrolkirin.

Li wê derê qurbaniyên wê demê tên bibîranîn. Piraniya qurbaniyan karmendên agir vemirandinê bûn.

Karmendekî berê yê agir vemirandinê Roy Megel jî got: “Ez 3 mehan di komayê de mam û bêhiş bûm. Min pêvajoyeke dermankirinê derbas kir. Şewitandinê bandor li temamê endamên laşê min kir. Piştî 6 mehan min karî ji nexweşxaneyê derkevim."

Li gor amarên Banka Cîhanî, %36ê axa Portugalê ji daristanê pêk tê. Ji vê rêjeyê jî %75 darên sinewber, berû û eucalyptusê ku curên dişewitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst