Xelkê Lysychanskê ji ber şer derbider dibin

20-06-2022
RÛDAW
Nîşan Lysychansk Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Lysychanskê li navçeya Luhanskê ku dikeve başûrê rojhilatê Ukraynayê, demek e rastî êrîşên berfireh ên Rûsyayê tê, bordûman û mûşekbarana ser bajêr berdewam e û zirareke zêde gihiştiye avahî, mal û milkên xelkê.

Xelk ji tirsa êrîşên Rûsyayê, berê xwe didin cihên din û derbider dibin.

Olha Andreevna, jinke 70 salî ya nişteciya Lysychanksê dibêje, "Em dê biçin Dnipro an Pavlograd. Tu dengê teqînan dibihîzî? Mûşekek li hewşa mala min ket û her tişt xirab kir. Êdî bes e, emê derkevin her in û her tiştê xwe yê ku me 70 salî kom kiribû li dû xwe bihêlin."

Berî çend rojan ev navenda rewşenbîrî hatibû topbarankirin û di encam de 4 kesên sivîl hatibûn kuştin û nêzîka 10 kesan jî birîndar bûbûn, vê yekê jî wiha kir ku hikûmeta xwecihî alîkariya xelkê bike daku ji vir derkevin û biçin cihên ewle.

Çalakvan, Andrew Milburn dibêje, "Dengê topan ji vir tê bihîztin. Xelk nîgeran in û nizanin biçin ku, em dixwazin dilê wan rehet bikin ku em dê wan bibin cihekî aram û ji vir baştir."

Hejmara xelkê Lysychanskê berî şer derdora 100 hezar kesan bû, li gor amarên şaredariya bajêr nêzîkî 40 hezar kesan ji ber şerê giran û êrîşên berdewam ên Rûsyayê koçber bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst