Gerîlayê berê bû serokkomar
Hewlêr (Rûdaw) - Gerîlayê berê û berbijêrê çepgir ê Koalîsyona Pakta Dîrokî Gustavo Petro ku di gera duyemîn a hilbijartina serokomariya Kolombiyayê de bi ser ket.
Gerîlayê berê Petro li paytext Bogota bang alîgirên xwe kir û diyar kir ku li welêt guhertineke rasteqîn pêk hatiye û spasiya endamên partiyê yên ku piştgirî dane kampanyaya wî kir.
Gerîlayê berê yê tevgera M19 Gustavo Petro, di axavtina xwe de anî ziman ku îro ji bo Kolombiyayê dîrokî ye got “Îro bêguman rojeke dîrokî ye, ya ku em niha dinivîsin ji bo Kolombiyayê, ji bo Amerîkaya Latîn, ji bo cîhanê dîrokek nû ye, me li vir bi 11 milyon hilbijêrên jin û mêr bê şik guherînek jiyan kir.”
Petro jî bal kişand ser girîngiya aştî, edaleta civakî û dadweriya hawirdorê li welat û wiha berdewam kir “Eger ji min bipirsin peymanek netewî ji bo çi ye, min dê ji wan re bigota ku lihevhatinek neteweyî ya mezin bi dest bixin ku rê dide reforman da ku jiyana malbatî bibe jiyanek çêtir, pîr dikaribin mûçeyê xanenîşînê bistînin, ciwan dikaribin bibin xwediyê zanîngehek baş.”
Herwiha Petro diyar kir ku ew ji 10 milyon hilbijêrên ku dengê xwe dane hevrikê wî Rodolfo Hernandez rêz digirin û ji hemû aliyan piştgiriyê dixwazin.
Li aliyê din Petro behsa têkiliyên bi Amerîkayê re jî kir û got “Dema axaftina bi hukûmeta Dewletên Yekbûyî re hatiye. Ez pêşniyar li hemû hikûmetên Amerîkaya Bakur û Başûr dikim ku rûnin û li ser bilezkirina veguhestina enerjiyê biaxivin.”
Colombia cambia con Petro y Francia https://t.co/eejewM3v4c
— Gustavo Petro (@petrogustavo) June 19, 2022
Gustavo Petro kî ye?
Gustavo Petro di sala 1960 de li Cordoba ji dayik bû, ji Zanîngeha Externado derçû.
Petro di warê rêveberiya giştî û aboriyê de xwediyê bawernameya masterê ye. Piştî ku di tevgera M 19 de beşdarî têkoşîna gerîla bû, bi hikûmeta Virgilio Barco re bi pêvajoya aştiyê re di damezrandina M 19 Tifaqa Demokratîk de cih girt û di sala 1991an de wekî endamê Meclîsa Nûneran kete Meclîsa Damezrîner.
Di navbera 2006-2010 de bû senator.
Di navbera salên 2011 – 2015an de bû şardarê paytext Bogotayê.
Petro di sala 2018an de ji bo cara duyem bû berbijêrê serokatiyê û derbasî gera duyemîn bû, lê di gera duyemîn de li hemberî Serokdewlet Iván Duque winda kir.