NYê 20ê Hezîranê wek Roja Cîhanî ya Penaberan destnîşan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Roja 20ê Hezîranê wek Roja Cîhanî ya Penaberan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate destnîşankirin, û sal bi sal jî hejmara penaberan li cîhanê zêde dibe.

Kampa Kakoma li bakurê rojavayê Kenyayê, zêdetirî 200 hezar penaberên Somalê, Sûdana Başûr û Kongoya Demokrat lixwe digire. Penaber Jiyaneke dijwar derbas dikin, herwiha birçîbûn, nîgeraniya ji dest siberoja nediyar û tirsa Coronayê ew girtine.

Ayşe Regîne, penabera Kongoyê, dibêje, “Ez ji dil dua dikim di salvegera penaberan de di sala 2021ê de, ne li vê derê bim. Ez li vê derê bo bav û dayika xwe dua dikim, ku Rêxistina Neteweyên Yekbûyî  ku alikariya min û malbata min li kampê bike, daku biçim derve û nemînim.”

Ajansa Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, hişyariyê dide derbarê, zêdebûna hijmara penaberan.

Filipo Grandy, Komisyarê Ajansa Penaberan a NY diyar dike, “Ji 79 milyon û 500 hezar penaber û koçberên cîhanê ji sedî 68 ser bi 5 welatên cîhanê ve ne. Miyanmar, Afxanistan, Sûriye, Sûdana Başûr û Venezuelayê.”

Di demekê de, ligor amarên Neteweyên Yekbûyî, hijmara penaberan û koçberan di dawiya sala 2018ê de nêzîka 71 milyon kesî bû, piraniya wan jî ji welatên hejar bûn, û di 2017ê de jî nêzîka 68 milyon kes bûn.

Koçber û penaberên Sûriyê ku niha 13 milyon kes in, beşekî berçav in a pêla kesên revyayî ji welatê xwe li ser asta cîhanê ne, tenê li Lubnanê nêzîka yek milyon û 500 hezar penaberên Sûrî hene.

Cîhan Xûlî, penabera Sûrî-Lubnan dibêje, “Em derbider bûn û hatin û niha jî dibînî li nav çadirê dimînin. Corona û kerentînekirin jî li wî alî rawestiyaye, ne karê me heye û ne jiyan. Niha jî Ysaya Qeyser hatiye derxistin, ku bandorê li ser me dike. 8 zarokên min hene, û xwîşk û hevjînê min em dibin 10 kes, baş e çi bikin.?”

Netweyên Yekbûyî serîhildana penaberbûn û derbiderbûna xelkê li 5 sedemên serekî vedigerîne, tundûtîjiya olî, şer, tundûtîjiya sêksî, birçîbûn û guhertina keşûhewayê.