Şandeke Rêveberiya Xweser beşdarî Foruma Oslo bû

20-06-2019
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser Norwêc Foruma Oslo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Rêveberiya Xweser beşdarî di Foruma Oslo de kir û bi şanderê navdewletî yê tayebt bi pirsa Sûriyê, Geir Pedersen re civiya.

 

Şanda Rêveberiya Xweser ji endama kordînasyona Kongireya Star, Foza Yûsif û endamê desteya serokatiya Encûmena Sûriya Demokratîk Mihemed Hesen Elî, pêk hatibû.

 

Foruma Oslo ji aliyê Wezareta Derve ya Norwêcê û Navenda Diyaloga Mirovatiyê ji bo gotubêjkirina rola navbeynkaran di bidawîana şer û pevçûnan de tê sazkirin.

 

Ji bilî Wezîra Derva ya Norwêcê Ine Marie Eriksen Søreide, Wezîrê Dewletê yê Îmaratê yê bo karûbarên derve Enqer Qerqaş û şanderê navdewletî yê taybet bi pirsa Sûriyê Geir Pedersen, zêdetirî 100 kesayetiyên ku bi rola navbeynakriyê li seranserê dunyayê ji bo bdawîanîna şer û pevçûnan rabûne, di vê forumê de beşdar bibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst