Peskov: Kremlîn ji çalakiyên hevpeymanan li Sûriyê dilgiran e

Navenda Nûçeyan - Kremlîn ji çalakiyên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Sûriyê nerihet e.

 

Berdevkê koşka serokatiya Rûsyayê, Koşka Kremlinê, Dmitry  Peskov îro di konfranseke rojnamevaniyê de ragihand, Kremlîn  bi cidî  ji çalakiyên Hevpeymaniya Navdewletî yên şerê li dijî çekdarên DAIŞê bi serokatiya Amerîka li Sûriyê aciz e.


Peskov diyar kir, ku Moskow ji ber wan çalakiyên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê dilgiran e û bi fikar e.

 

Di wê konfransa rojnamevanî de, pirsyar li Psekov hat kirin, ku gelo Kremlîn tirsa wê yekê heye , ku çalakiyên Hevpeymana Navdewletî li Sûriyê, Amerîka û Rûsyayê rûbirûyê şerekî bike, lê belê Peskov bersiva wê pirsyarê neda.

 

Dmitry Peskov got, bêguman bi rastî çalakiyên hevpeymaniya navdewletî li Sûriyê bi awayekî ciddî ji mera nerihetiyê çêdikin.