Dusseldorf (Rûdaw) - 6 kurdên ji herêma Laçîn ku niha di bin desthilata Ermenistanê de ye, bêtirî 20 salan piştî derbiderkirina ji cih û warên wan, ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve mafdar hatin dîtin.
Her 6 kurdên ku li dadgeha Strasbûrgê li hemberî Ermenistanê doz vekirine, daxwaza vegera bo cih û warên xwe, herwiha daxwaza qerebûkirinê dikin.
Kurdên ku doz vekirine, di Gulana 1992ê de ji cih û warên xwe yên li bajarokê Laçîn ji aliyê çekdarên ermenî ve hatibûn derbiderkirin û niha li Bakuya paytexta Azerbeycanê dijîn û nikarin vegerin ser axa xwe ya niha di bin desthilata Ermenistanê de.
Li gorî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, Ermenistan mafê penaberan yê li ser welat û mal û milk binpê dike û diyar kir, tevî ku danûstandinên aştiyê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de hêj didomin jî, lê ev yek li pêşiya gavên erênî di berjewendiya wan koçberan de nabe asteng.
Dadgeha Strasburgê herwiha wiha dibîne ku bi sed hezaran penaberên li herêmê li pêşiya Ermenistanê ne asteng in, da ku rê bide koçberan ku vegerin ser mal û milkên xwe û tezmînatê bide wan.
Di hemû dozan de dadgehê hejmareke diyar a tezmînatê diyar nekir û ev yek ji biryareke pêşerojê re hişt.
Di aloziya li ser herêma Nagorno Qerebax de, ku bajarokê Laçîn ê paytexta Kurdistan Sor jî dikeve vê herême û di şerê ji sala 1991ê heta 94ê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de, derdorê 30 hezar mirov hatin kuştin. Herwiha derdorê 750 hezar Azerî ji cih û warên wan hatin derbiderkirin.
Li aliyê din derdorê 390 hezar ermenî ji Azerbeycanê reviyan Ermenistanê. Di nav wan koçberên ji herdu aliyan de, bi 10 hezaran kurd jî hebûn.
Li gor Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê, derdorê hezar penaberên din jî ji Ermenistan û Azerbeycanê doz vekirine, da ku vegerin ser mal û milkê xwe û daxwaza tezmînatê dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse