ICC fermana girtina Netanyahu û rêberên Hemasê derdixe

20-05-2024
RÛDAW
Nîşan ICC Benjamin Netanyahu Yehya Sinwar Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dozgerê Giştî yê Dadgeha Tawanan a Navnetewî (ICC) Kerîm Khan xwest ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Rêberê Hemasê Yehya Sinwar bên girtin.

Dozger Kerîm Khan ku bi xwe Brîtanî ye diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, serkirdeyên Hemasê Yehya Sinwar, Mihemed Deyf û Îsmaîl Heniye li beramberî tawanên şer û yên dijî mirovahiyê yên li Xeze û Îsraîlê berpirs in.

Li gorî biryara ICCyê, eger Benjamin Netanyahu, Yoav Gallant, Yehya Sinwar,Mihemed Deyf û Îsmaîl Heniye, Yehya Sinwar bikevin nava 124 welatên endamên ICCyê dê bên girtin û wan bişînin Laheyê.

Îsraîl: Biryar nefreta li hemberî Cihûyan e

Îsraîl ne endamê ICCyê ye û eger fermanên girtinê ji bo Netanyahu û Gallant bên derxistin jî ti rîska darizandineke wan nîne.

Li aliyê din, tê texmînkirin ku her du rêberên Hemasê Yehya Sinwar û Mihemed Deyf li Kerta Xezeyê ne.

Rêberê Hemasê Îsmaîl Heniye jî li Qeterê ye.

Wezîrê Bazirganiyê yê Îsraîlê Bezalel Smotrich li ser biryara ICCyê axivî û da zanîn ku ew biryar durûtiyeke mezin e.

Bezalel Smotrich biryar wekî “nefreta li hemberî Cihûyan” wesif kir û wiha got:

"Biryara girtinê ya li dijî wan (Netanyahu û Gallant) biryareke li dijî me hemûyan e.”

Smotrich ji bo rakirina wê biryara ICCyê jî bangî welatên dostên Îsraîlê kir.

Biryara girtina Putîn jî hatibû derxistin

ICCyê ji ber şerê Ukraynayê biryara girtina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî derxistibû.

ICCyê eşkere kiribû ku Vladimir Putin ji şerê Ukraynayê û mirina sivîlan berpirs e.

Navenda ICCyê li bajarê Den Haagê yê Hollandayê ye û li ser dozên komkujî, sûcên li dijî mirovahiyê kar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst