Li Sûdanê di pevçûnan de 850 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Pizîşkên Sûdanê ragihand ku di pevçûnên 36 rojan ên di navbera artêşa Sûdanê û Hêza Piştevaniya Bilez de 850 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 394 kes jî birîndar bûne.

Şerê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêza Piştevaniya Bilez de derbasî roja xwe ya 36 bûye. Gelek caran di navbera her du aliyan de agirbest hatiye ragihandin, lê ew agirbest her car hatine binpêkirin.

Komeleya Pizîşkên Sûdanê têkildarî rewşa li welat daxuyaniyek da û ragihand ku li paytexta wî welatî Xartûm û bajarên din di şerê navbera artêş û Hêza Piştevaniya Bilez de 850 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 394 kes jî birîndar bûne.

Şahidhalên ku ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivîne ragihandin ku îro danê sibê li herêmên derveyî paytext Xartûmê êrîşên asmanî hatin kirin. Li gorî vê yekê îro serê sibê li herêmên Omdurman a başûrê welat û li bakurê wlat jî Bahrî bûn hedefa êrîşên asmanî.

Şahidhal dibêjin ku hin êrîşên hewayî li herêmeke nêzî saziyên medyayê yên dewletê li Omdurmanê hatine kirin. Şahidên li Xurmatû diyar kirin ku “rewş hinek aram e” lê dem bi dem dengê çekan tê bihîstin.

Welatî Sanaa Hesen (33) salî ji taxa El Salha ya Omdurman bi telefonê ji Reutersê re axivî û got: “Em îro serê sibê rastî topbaranê hatin. Tevahiya xanî dihejiya. Ew tirsnak bû. Her kes ket bin cihên xwe. Tiştê ku qewimî mîna kabûsekê bû.”

Ji ber şerê navxwe, rewşa mirovî jî li Sûdanê pir xirab bûye û gelek kesan pêdiviya wan bi alîkariyên bilez ên wek xwarin û ava paqij heye. 

Li gel berdewambûna şerê navxwe yê Sûdanê, hêjmara koçberan û qurbaniyan jî zêdetir dibe.

Tevî ku çendîn caran agirbest li Sûdanê hatiye ragihandin lê nehatiye cîbicîkirin. Şer berdewam e û pevçûnên herî dijwar jî li paytexta welat bajarê Xertûmê diqewimin.