Bo gera duyem a hilbijartina serokkomar dengdana derve dest pê kir

20-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Hilbijartinên Serokkomariyê Dengdana Derve
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dengdana dengderên derveyî welat bo gera duyem a hilbijartina serokkomarê Tirkiyê îro Şemiyê 20ê Gulana 2023an destpê kir.

Hilbijartina serokkomarê Tirkiyê di 14ê Gulanê de yekalî nebû û hilbijartin ma gera duyem. Dê hilbijartina gera dûyem 28ê Gulanê bê kirin, lê dengdana dengderên Tirkiyê yên li derveyî welat bo wê hilbijartinê îro Şemiyê 20ê Gulana 2023an dest pê dike û heta 24ê Gulanê demjimêr 17.00an berdewam dibe.

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê  dê li 151 nûnertiyên Tirkiyê yên li 73 welatên derve li 167 xalan bo dengderên derve sindoqên dengdanê deyne.

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) di gera yekem a hilbijartinên Serokkomariyê yên 14ê Gulanê de ji tevahiya 3 milyon û  416 hezar dengderên li derveyî Tirkiyê, 967 hezar û 180 dengderan dengê xwe dabûn berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan. 665 hezar û 111 dengderên derve jî dengê xwe dabûn berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst