Li Efxanistanê xwendekarên keç bi dizî dixwînin

Hewlêr (Rûdaw) - li Efxanistanê piştî ku tevgera Talibanê hate ser kar,  dest bi cîbicîkirina yasayên xwe yên taybet li ser wî wlatî da  kir. Yasayên Talibanê piranî li dijî maf û azadiya jinan in. Bo vê mebestê jî , xwendin, karkirina derve di gelek waran da ji jinan re qedexe kirin. Ji ber vê yekî jî keç hewil didin bi dizî dersê bixwînin.

Hejmarek xwendekarên keç ên li herêma Badakhshan li bakurê rojhilatê Efxanistanê, piştî ku Talibanê qedexekir keç li Efxanistanê biçin dibistanê, bi dizî  xwendina xwe dikin.

Xwendekareke keç got  "Em rastî gelek metirsiyan dibin, bêguman mucahidîn nahêlin em bixwînin, lewra em hatine vir daku xwendina xwe dûr ji çavên wan berdewam bikin, eger ew bi vê dibistanê bizanibin ewê qedexe bikin em bên vir."

Xwendevanên keç dibêjin ewê bi vî awayî xwendina xwe berdewam bikin heta ku derfetek bo wan çê dibe ji bo ku ji xwendinê dûr nekevin.

Mamosteyeke keç jî bi awayekî xwebexş van keçan fêr dike.

Mamoste diyar kir "Wek mamoste ez kêfxweş im xwendekaran fêr bikim, ez zlîkariya wan dikim xwendina xwe berdewam bikin, ne tenê li vir, herwiha li dibistanên din jî daku siberojeke bi rewş bibîn in, ez bi hemû şiyanên xwe wan fêr dikim."

Dawiya Adara borî Talîbanê qedexekir keçên qonaxa şeşem û bi ser de biçin dibistanê, piştre di despêka meha Gulanê de biryar da ku jin û keç devrûkê li cihên giştî li xwe bikin, ev hemû bûn cihê nerazîbûna jinên Efxanistanê ku li gelek navçeyên wî welatî xwepêşandan û girev destpê kirin.