Xwendekarekî Kurd li Rûsyayê: Qedexekirina torên civakî Rûsan pir aciz kiriye

Maskow (Rûdaw) – Ji ber qedexekirina torên civakî piraniya xwîner û bikarhêneran li Rûsyayê nikarin xwe bigihînin medyayên rojavayî, û her weha çend torên civakî yên populer. Xwendekarekî Kurd li Rûsyayê dibêje “Niha xelkê Rûsyayê ji ber mijara qedexekirina torên civakî pir pir aciz bûye

Jixwe bi destpêkirina operasyona serbazî ya Rûsyayê li Ukraynayê, gelek kompanyayên IT yên mîna Microsoft, Oracle, Cisco, EPAM, IBM, Adobe, Apple û yên din karên xwe li Rûsyayê rawestandine.

Rûsya jî gelek kanalên TV, radyo, malper û torên civakî yên mîna Facebook, Twitter, Instagram, TikTok, Likee, Youtube û yên din asteng kiriye. Karê mesengeran jî gelek lewaz bûne.

Xwendekar Vadîm dibêje “Hevalên min ên Ukraynî hene û ta niha peywendiya me berdewam e. Kesê ku her tim internet bikar tîne bi her kesî re peywendiya wî heye, ti arîşeyê wî bi mirovên neteweyên din jî tunene. Lewma jî ew qedexe bêwate ye. Divê hikumet welatiyên xwe qanê bike, ne ku torên civakî asteng bike.”

Xwendekarê Zanîngeha Pizişkî ya Moskowê Husên Hewlêrî got “Gelek bandorê li me kiriye, wek nimûne li serxwe bibêjim girêdana bi Kurdistanê re hatiye girtin û girêdana piraniya Rûsan li gel cihanî hatiye birîn. Ew azadî wekê pêştir nemaye li gel çend welatan bên girêdan. Lêbelê niha xelk ji ber mijarê pir pir aciz bûye, ji ber ku hinek hene bi temen mezin in nikarin VPN bikar bînin. Ji bo Rûsyayê dikarim bibêjim ji sedî 50 xelkê weke pêştir nikar meyda civakî bikar bînin.”

Sedema fermî ya astengkirinê ew e, ku bi nêrîna hikumeta Rûsyayê, hin malper û torên civakî yên rojavayî materyalên nerast li ser operasyona li Ukraynayê belav dikin û rê didin ku heqaret li rêveberiya Rûsyayê bê kirin. Bi gotina Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê: "Rûsya bûye qurbaniya terorîzma ragihandinê ya nedîtî".

Xwendekara zanîngehê Anna ragihand “Jiyan bi torên civakî ve bidawî nayê. Lewma jî karîgeriya qedexeyê li ser min zêde nîne. Min jixwe Facebook bikar nedianî, û Instagram jî bi riya VPN bikar tînim. Herçi pêgeha fermî ya hikumetê ye, sedema qedexeya ew e ku di wan toran de nêrînên tundrewî belav dibûn. Lewma jî dibe ku ji nêrîngeha siyasî, bîryareke rast be. ”

Xwendekarê kolejê Aleksey “Bîrayara qedexeyê rast e. Ji ber ku me ne dikarî di wan toran de mafê xwe yê azadiya hizrî bikar bînin. Bo nimûne, welatiyên Ukraynî û Yekîtiya Ewropayê her tiştî dibêjin, wan blok nakin. Lê dema ku welatiyên me piştgiriya Rûsyayê dikin, hesabên wan tên blok kirin. Û li dewletên din blogerên me tên qedexekirin.”

Niha user, an ku bikarhênerên Rûs bi neçarî berê xwe didin torên civakî yên Rûsî yên mîna VKontakte, Odnoklasniki, My World û mesengerê Telegram, û bi giranî peywendiyên xwe bi alîkariya VPN li gel torên civakî yên navneteweî berdewam dikin.