Hikûmeta nû ya Fransayê dê îro were ragihandin
Hewlêr (Rûdaw) – Îro Înê hikûmeta nû ya Fransayê dê were ragihandin û tê çaverêkirin ku roja Duşemê yekem civîna Encûmena Wezîran ên Fransayê pêk were.
Koşka Elysee roja Pêncşemê 20ê Gulana 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîra Fransayê Elizabeth Bourne dê êvara Înê hikûmeta nû ya Fransayê rabigihîne ku 4 roj piştî hilbijartina wê wek serokwezîr ku roja Pêncşemê gotibû ew dê tîma herî baş ji bo hikûmeta hilbijêre.
Hat diyarkirin ku merasîma dayîna postên wezîran dê ji roja Înê heta Duşemê birêve biçe.
Elizabeth Bourne di kabîneya berê ya Macron de Wezîra Kar bû, dê di 30 salên bihurî de bibe yekem jina ku serokwezîrtiya Hikûmeta Fransayê dike.
Li Fransayê herî dawî wek jin Edith Cresson ji bo serokwezîrtiyê hatibû hilbijartin ku di sala 1991an dema serokatiya Francois Mitterrand de bû.
Li aliyê din, Macron ji bo pêkanîna bernameya xwe ya hewceyî piraniya dengên di parlamentoyê de ye. Hevbendiyên çep û rastgir ên tund dikarin pêkanîna bernameya wî ya pênc salî asteng bikin.
Elizabeth Bourne ya 61 salî wek teknokratekê tê dîtin û Macron pakêtek nû ya reformên civakî destnîşan kir ku di nav de bilindkirina temenê xanenişîniyê heye ku xetera derketina xwepêşandanan jî bi xwe re tîne; ew ê ji bo serokwezîra nû bibe dijwariyek.