Li Osloyê êrîşa bi kêrê: 4 birîndar

20-05-2022
RÛDAW
Nîşan Oslo Norwêc Erîş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Osloya paytexta Norwêcê di êrîşeke bi kêrê de herî kêm 4 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya Polîsê Norwêcê de hat ragihandin ku bûyer îro Înê li bajarokekî rojavayê Osloyê rû daye û êrîşkar bi kêrê êrîşî welatiyan kiriye.

Hat diyarkirin ku di bûyerê de herî kêm 4 kes birîndar bûne û rewşa kesekî giran e.

Di nûçeyên çapemeniya Norwêcê de hat ragihandin ku êrîşkar hatiye girtin.

Di parvekirina li ser hesabê Twitterê yê Hêzên Polîsan de, bûyer weke "tundiyê gefxwarinê" hat binavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst