James Jeffrey: Diyaloga aliyên Kurdî yên Sûriyê dikare aloziyên li gel Enqerê kêm bike

Hewlêr (Rûdaw) – Şanderê berê yê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê, James Jeffrey dibêje, diyaloga aliyên Kurdî yên Sûriyê dikare aloziyên li gel Enqerê kêm bike, lewma Amerîka piştgirî dide diyaloga navbera PYD û ENKSê.

Navenda Willson a bo Lêkolînên Siyasî ya amerîkî, vîdyokonferansek derbarê rewşa Kurdên Êzidî li Şingal û Efrînê saz kir.

Amy Austin Holmes, şarezaya warê siyaseta giştî ya wê navendê di wê konferansê de ragihand, beşeke zêde ji Kurdên Êzidî û Krîstiyanên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi sedema operasyonên serbazî yên Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyonê yên ser bi Enqerê ve bo ser navçeyên xwe koçber û derbider bûne û nikarin vegerin ser mal û warê xwe

Austin Holmes herwiha behsa wê yekê dike, ku 18 gundên Kurdên Êzidî û 21 gundên Krîstiyanan li Rojavayê Kurdistanê heta niha jî ji niştecihên xwe yên resen vala mane û nikarin vegerin gundên xwe, lewma daxwaz ji rêveberiya Joe Biden dike ku guvaşan bixe ser Enqerê, daku Tirkiye û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve nebin asteng li pêşiya vegera niştecihên wan gundan.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Amy Austin Holmes ragihandiye, “ew rêkeftina agirbestê ku di Cotmeha sala 2019 de di navbera Mike Pence cîgirê wê demê yê serokê Amerîkayê û Tirkiyê gotûbêj li ser hat kirin, Amerîka û Tirkiyê pêbendî parastina pêkhateyên netewî û olî û xelkên sivîl dike.”

Ew herwiha dibêje, “Ez di vê baweriyê de me, ya pêwîst e niha bê kirin ev e ku erkê li ser kaxeza rêkeftina agirbestê hatiye nivîsandin, pêwîst e bikeve warê pratîkê daku rê bê dayîn ew sedan hezar kesên ku mal û warê xwe bi cih hiştine, di nava wan de jî pêkhateyên netewî û olî, bi awayekê parastî vegerin ser malên xwe û dubare mulk, xanî, kêlgeh û samanên xwe bidestbînin û bêyî tirs ji tepeserkirinê bijîn.”

Şingal yek ji wan navçeyan e ku Kurdên Êzidî heta niha nekarîne ji ber nakokî û rikeberiyên hêzên cuda, vegerin ser cih û warên xwe. Li gor daneyên Netewên Yekbûyî, heta Adara îsal jî 210 hezar kes ji xelkên Şingalê weke koçber mane û nekarîne vegerin warê xwe.

James Jeffrey, şanderê berê yê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyê jî di wê vîdyokonferansê de ragihand, pirsgirêka Tirkiyê, PKK ye û Amerîka jî nikare înkara hejemoniya wê partiyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê bike.

James Jeffrey diyar kir, “Em rastî guvaşên berdewam ên Tirkiyê tên, çimku Amerîkayê PKK weke komeke terorîstî daye naskirin. Lewma şiyanên Amerîkayê di vê derbarê de sînordarin, tenê ew nebe ku Amerîka hewl dide corek ji hevsengiyê çêbike. Yek ji wan tiştên ku em li Bakurê Rojhilatê Sûriyê dikin, ev e ku em diyaloga navbera aliyên Kurdî teşwîq dikin, wate YPG, PYD û ENKS ku ya dawiyê bêtir pêwendî li gel Kurdên Hewlêrê heye. Ew jî heta astekê şiyana wê heye ku rewşê aram bike.”

Rêvebera Cîbikar a Saziya Êzidî ya Azad, Perî Îbrahîm jî behsa astengiyeke din a li berdem vegera Kurdên Êzidî bo Şingalê dike û dibêje, “nebûna xizmetguzariyan sedemeke sereke ye.”

Li gor daneyên Netewên Yekbûyî, heta niha tenê 110 hezar kes ji xelkê Şingalê ku bi sedema êrişên DAIŞê koçber bûbûn, vegeriyane ser mal û warên xwe.

Bi gotina Jeffrey, li Efrînê û navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê jî ku ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve hatine kontrolkirin, ji 100 hezar awareyan, beşeke kêm Kurdên Êzidî û Krîstiyan in.