Bi hezaran penaberên misilman dibin xiristiyan

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Almanyayê, bi taybet di nav penaber û koçberan de, hejmara misilmanên ku ola xwe guhertine û bûne xiristiyan zêde bûye.

 

Dahûd yek ji wan penaberan e ku li welatê xwe yê nû biryar daye ji Îslamê derbasî Xiristiyaniyê bibe. Wî li Îranê şerîetê Îslamê xwendiye û beriya çar salan ji Rojhilatê Kurdistanê koçî Almanyayê kiriye.


Dahûd li ser biryara dînguhertina xwe ji Rûdawê re got: "Ez hatime ser dînê Mesîh da ku xwe nû bikim, jiyana xwe nû bikim. Rêya jiyana xwe bibînim. Ez di rêyeke tarî de bûm. Mesîh weke fanosekê, weke nûrekê rê nîşanî min da. Ez kêfxweş im ku min karî wê rêyê bibînim."


Li dêreke bajarê Dusseldorfê ku Dahûd diçiyê, tenê di pênc mehên dawîn de 250 misilman bûne xiristiyan. Jixwe pirraniya cemaeta wê dêrê koçber û penaber in.


Li dêreke din a Dusseldorfê, penaberekî îranî yê bi navê Eyûb ji Rûdawê re got, "dînê Îslamê ji dayîkbûna min ve, bi ser min de hatiye sepandin. Ne bi xwesteka min bû."


Ew dêr xwedî cemaeteke 90 kesî ye ku pirraniya wan ji Îranê ne.


Eyûb dibêje: "Tefsîra wê Îslama min nasî û fêrê bûm şer û riq û kuştin û dijminahî bû. Ez her li Xwedê digeriyam. Li dînekî digeriyam ku min nêzî Xwedê bike. Vêga ku li Almanya min dînê Krîstiyanî nasî, dizanim ku bi rêya Hezretî Mesîh dikarim nêzîkî Xwedê bibim."


Berpirsekî dêrê, Dr. Matthias, dibêje misilmanên ku dibine krîstiyan ji dînê xwe aciz bûne. Lê hinek ji wan jî ji bo wergirtina mafê penaberiyê dînê xwe diguherînin. Çimkî cezayê dînguhertinê li Komara Îslamî ya Îranê îdam û ji ber vê yekê, Almanya li gorî yasayên navneteweyî nikare kesên ku dînê xwe biguherînin li Îranê vegerîne.


Dr. Matthias dibêje ew dixwaze mirov jidil bibin krîstiyan lêbelê ew nikare nava dilê wan temaşe bike.


Li gel zêdebûna hejmara penaber û koçberên ku welatên Rojhilata Navîn ber bi Ewrûpayê ve diterikînin, hejmara misilmanên bûne krîstiyan jî zêde bûye.


Peyamnêra Rûdawê li Almanya dibêje li gorî agahiyên nefermî di şeş mehên dawîn de nêzî deh hezar misilman bûne krîstiyan.