Almanya: Ji bo berpirsekî PKKê 10 sal girtîgeh tê xwestin

Dusseldorf (Rûdaw)- Îro li pêş dadgeheke bajarê Hamburgê yê Almanyayê, kurdek bi tometa ku endamê PKKê ye û berpirsiyartî girtiye ser xwe, hate dadgehkirin.

Kurdê ji Bakurê Kurdistanê yê 46 salî tê tewanbarkirin ku bi nasnavê "Kahraman" ji komkirina “pereyên endametiyê“ û pereyên arîkariyê, herwiha ji wê yekê ku alîgirên PKKê tevlî çalakiyan bike, berpirsyar bûye.

Tewanbar bi wê yekê tê sûcdarkirin ku ji Çile heta Pûşpera 2013ê ji be Herêma Navîn ya eyaleta Nordrhein-Westfalen berpirsyar bûye, hewiha di pey re jî heta nîvê 2014ê ji bo herêma bakurê Almanyayê, ku ji eyaletên weke Berlîn, Hambûrg, Sachsen û Bremen pêk tên, berpirsyartî kiriye.

Ji bo kurdê ku ji Tebaxa sala borî ve di girtîgehê de ye, dozgeriya Hamburgê 10 sal girtîgeh dixwaze. Di roja yekê ya dozê de, bêtir li ser statuya PKKê li Almanyayê hate axaftin. Dadgehê PKK weke rêxistine terorîst bi nav kir, kurdê tometbar jî îdeolojiya PKKê parast û daxwaza rakirina qedexeya li ser PKKê li Almanyayê kir.

Di Sibata 2013ê de yekemîn car berpirsekî payebilind ê PKKê ji ber “endametiya di rêxistineke terorîst ya biyanî de“ bi du sal û nîv girtîgeh hatibû cezakirin. Îtiraza wê biryarê sala borî ji aliyê Dadgeha Bilind ya Almanyayê ve bi sedema ku “şerê PKKê li hemberî Tirkiyê xwe nasipêrê qanûna navnetewî“ hatibû redkirin.

Ji ber bikaranîna şidetê li ser axa Almanyayê, PKK ji sala 1993yê ve li Almanyayê qedexe ye. Ji bilî Almanyayê, li welatên Yekîtiya Ewropayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî PKK di lîsteya rêxistinên terorîst de ye. Bi taybetî piştî têkoşîna PKKê li hemberî DAIŞê, di van mehên dawî de li Ewropayê guftûgo û daxwazên derxistina PKKê ji lîsteyên rêxistinên terorîst geş bûne.