Yemen - Balafirên şer li milîsên şîe yên Hûsî dan
Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên hevpeymaniya Erebî ya bi rêberatiya Erebistana Siûdî, li depoyên çek û cebilxane û baregehên çekdarên Hûsî û hêzên alîgirên serokomarê berê yê Yemenê Elî Ebdullah Salih dan.
Li gor nûçeya Al Arabiya, balafirên şer yên hevpeymaniya Erebî, navenda leşkerî ya Elseyfî, zanîngeha teknîkî û balafirxaneya Seide ya li bakurê Yemenê bombebaran kirin.
Hêzên asmanî yên hevpeymanan herwiha navend û baregehên çekdarên Hûsî li navçeya Zencbar li parêzgeha El Enbar û navenda leşkerî ya Fewca 15 a hûsiyan kirine armanca êrişên xwe.
Li gor zanyariyên Al Arabiya, şer û pevçûneke dijwar li bajarê Lodir ê Yemenê jî di navbera hêzên ser bi Elî Ebdullah Salih û çekdarên Hûsî ji aliyekî û hêzên bergiriya niştîmanî yên Yemenê de qewimiye.