Yemen - Balafirên şer li milîsên şîe yên Hûsî dan

20-05-2015
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên hevpeymaniya Erebî ya bi rêberatiya Erebistana Siûdî, li depoyên çek û cebilxane û baregehên çekdarên Hûsî û hêzên alîgirên serokomarê berê yê Yemenê Elî Ebdullah Salih dan.

 

Li gor nûçeya Al Arabiya, balafirên şer yên hevpeymaniya Erebî, navenda leşkerî ya Elseyfî, zanîngeha teknîkî û balafirxaneya Seide ya li bakurê Yemenê bombebaran kirin.

 

Hêzên asmanî yên hevpeymanan herwiha navend û baregehên çekdarên Hûsî li navçeya Zencbar  li parêzgeha El Enbar û navenda leşkerî ya Fewca 15 a hûsiyan kirine armanca êrişên xwe.

 

Li gor zanyariyên Al Arabiya, şer û pevçûneke dijwar li bajarê Lodir ê Yemenê jî di navbera hêzên ser bi Elî Ebdullah Salih û çekdarên Hûsî ji aliyekî û hêzên bergiriya niştîmanî yên Yemenê de qewimiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst