PAKURD: Em pişta Barzanî digirin

 

Atîna (Rûdaw) – Partiya Kurdistanî (PAKURD) ragihand, ew di mijara ragihandina serxwebûna Kurdistanê de pişta Barzanî digirin.

Şandeke PAKURDê ji bo pêşxistina pêwendiyên kurdan û Yûnanistanê, rakişandina piştevaniyê ji bo serxwebûna Kurdistanê her wiha dabînkirina derfeta xwendinê ji xwendekarên kurd re li paytexta Yûnanistanê Atînayê ye.

Şanda han jibilî hevdîtina bi rayedarên Yûnan re bi nûnerên partiyên kurd ên ku nûnertiyên wan li Atînayê hene re jî hevdîtin dike.  

Serokê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran piştî ku serdana nûnertiya PDKê ya Atînayê kir, ji Rûdawê re got, kurd di qonaxeke dîrokî re derbas dibin yan dê serbixwe bibin yan jî tine bibin. Baran wiha domand:

“50 milyon kurd hene, êdî kurd nikarin bê dewlet bijîn. Rêkeftina Sykes-Pîcot nema îja dora Sevr û Lozanê ye. Divê êdî partiyên kurd nakokiyên xwe bidin aliyekî û li dora serxwebûnê kom bibin. Divê em êdî dev ji vê yekê berdin ku gelo kurd bibin xwedî dewlet yan na, divê em roja avakirina dewleta Kurdistanê destnîşan bikin.”

Serokê PAKURDê behsa gotinên Barzanî yên ku li ser serxwebûna Kurdistanê gotibû, jî kir û wiha got: “Em ji Bakurê Kurdistanê bersiva wê banga Serok Barzanî didin. Bila hema ala me ya ku li Mehabadê ket, dîsa hilde emê heta dawiyê pişta wî bigirin. Vê gavê ji bo serxwebûna Kurdistanê tenê pişta me bi wî germ e.”

Yek ji rayedarên PDKê li Atînayê bi navê Omer Mihemed jî got, bilindbûna dengê serxwebûnê li Bakurê Kurdistanê me kêfxweş dike. Divê partiyên kurdî di rêya serxwebûnê de li hev nêzîk bibin û dest bidin destê hev.

Omer Mihemed diyar kir ku pêwendiyên Yûnanistan û Herêma Kurdistanê baş in û wiha anî ziman:

“Dostaniya Kurdistan û Yûnanistanê dîrokî ye û ji bo hevalbendiya her du welatan gellek sebeb hene. Dikarin di gellek waran de bi taybet di warê bazirganiyê de bi hev re kar bikin. Divê ev dostanî bidome.”

Serdana şanda PAKURDê ya Yûnanistanê dê roja îniyê (22ê mehê) xilas bibe.