Li Cîhanê 21 milyon mirov bi zorê tên xebitandin

20-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina Kar ya Navneteweyî (ÎLO) ragihand ku li cîhanê 21 milyon mirov bi zorê tên xebitandin û ji ber xebitandina wan salê 150 milyar dolarê amerîkî tê bidestxistin.

ÎLO raporta xwe ya salane belav kir û tê de diyar kir ku ji 150 milyar dolarî ku ji encama xebitandina bi zorê tên kirin de, 99 milyar dolar ji karên îstismara regezî ango cinsî tên kirin ku piranî jin di wî karî de tên xebitandin.

Rêxistina Kar ya Navneteweyî (ÎLO) destnîşan kir ku 51 milyar dolarê ku ji pereyên xebtandina bi zorê de tên bidestxistin ê ji 150 milyarî mayî jî di xebatên derxistina maden, înşaat û çandiniyê de ne.

Rêxistinê da zanîn ku wan kesên ku bi zorê di malan de tên xebitandin jî, ne xistine nav rapirsiya xwe ku ew jî hejmara wan gelek mezine pereyên ku ji karê wan tên qezenc kirin jî ne hindik e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst