Hikûmeta Îtalyayê projeyasayeke nû ya koçberan amade dike

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Îtalyayê ya rastgir projeyasayeke nû ya koçberan amade bike û koçber jî li dijî wê yê xwepêşandanan dikin.

Li Roma ya paytexta Îtalyayê, xwepêşandan û nerazîbûn li dijî projeyasaya hikûmetê ya taybet bi koçberan tên kirin.

Berdevkê Tevgera Koçberên Kasêtra li Îtalyayê Mamudo Kwasi got, “Pêwîst e planeke têkelbûnê hebe. Em li vî welatî dijîn û em mafên mayîna demdirêj dixwazin. Em dixwazin bixebitin û tevkariyê li aborî û geşepêdana vî welatî bikin.”

Hatina zêde ya koçberan bo Îtalyayê di van salên dawî de, hikûmet neçar kir ku projeyasaya nû ya koçberan amade bike û Senatoya Îtalya roja Çarşemê xwendina xwe ya yekem ji wê yasayê re kir.

Senatorê Hevpeymaniya Kesk û Çep a Îtalyayê Giuseppe D. Cristofaro anî ziman, “Li gor Rêkarên projeyasayê ya koçberiyê, dê pêşî koçber li navendan pêşwazî bên bi cihkirin, ev rêkar demkî ne û ti nîşanek nîne ku koçber di pêşerojê de di pergala meya civakî de werin têkelkirin. Ev jî weke pirsgirêk li koçberan tê temaşekirin ne weke çavkanî.”

Projeyasaya ku ji aliyê Hevpeymaniya rastgir a Îtalyayê ya bi serokatiya Serokwezîr Giorgia Meloni ve hatiye pêşkêşkirin, armanc dike ku yasaya "parastina taybet" betal bike ku destûrê dide koçberên neyasayî yên ku serlêdanên wan ên rûniştinê hatine redkirin ku 2 salan li Îtalyayê bimînin û bixebitin.

Li gor hikûmeta Îtalyayê di sala 2023 de rêjeya jidayikbûnê li wî welatî %1.65 li gor par kêm kiriye û sala 2022 jî 1,62 rêjeya jidayikbûnê kêm bibû, ev jî tirsê li cem welatiyan çêdike ku welatê wan bi koçberan bê dagirtin

Wezîrê Çandinî û Xorakê yê Îtalyayê Francisco Lollobrigida got, “Divê em dest ji fikra paşketina etnîkî bernedin. Belê, Îtalî dê kêm zarokên xwe hebin û cihê wan dê ji hêla kesên din ve were dagirtin, ev ne çareserî ye.”

Li gorî amarên hikûmetê, di sê mehên destpêkê yên îsal de zêdetirî 31 hezar koçber bi keştiyan gihîştine girava Sîsîlî ya Deryaya Navîn, piraniya wan jî ji welatên Rojhelata Navîn û Bakurê Afrîkayê ne.