Fransa; Di navbera Macron û Le Pen de dîbeyta serokatiyê birêve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekaran deriyê “Zanîngeha Lew's Longhand” ya li navenda Parîsê girtine; Sê daxwazên wan ji her du berbijêrên serokatiyê hene, ku ji dadmendî, parastina jîngehê û girîngiyeke zêdetir bo pirsgirêkên civakî pêk tên.

Nerazîbûnên xwendekaran di demekê de ye, ku çar rojên din Emmanuel Macron û Marine Le Pen di gera duyem a hilbijartina serokayetiya welêt de têne pêşberî hev û yek ji wan wek serokê Fransayê tê hilbijartin.

Goes, xwendekarê Zanîneha Lew's Longhand dibêje, “Em îro li vir in, ji ber ku em gihîştin gera duyemîn û di vê kampanyayê de guh nadin pirsgirêkan û derbarê pirsa jîngeh û civakî de kêm tê axaftin."

Gera duyem a hilbijartinê ji bo Seroka Bereya Niştimanî Marine Le Pen pir zehmet e.

Navenda Rûbirûbûna Fêl û Sextekariyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE), Marine Le Pen û kesên nêzîkî wê bi “dizîna” 620 hezar euro pereyê giştî yê Yekîtiya Ewropayê tohmetbar dikin. Tohmetek ku berbijêra serokomariya Fransayê red dike.

Marine Le Pen di redkirina wê tohmeta Yekîtiya Ewropayê de dibêje, "Ez gelek baş bi hîleyên qirêj ên Yekîtiya Ewropayê dizanim, ez dibêjim qey gelê Fransayê naxapin; ez ê bi tevahî li dijî wan tawanan bisekinim."

Emmanuel Macron jî ji bo serketina vê hilbijartinê, aliyên qels ên hevrika xwe di axaftinên xwe de kiriye çeka propagandayê.

Emmanuel Macron di bangeşeyeke xwe de dibêje, “Îro bijarde eşkere ye. Gumana wê rastgirê ji projeya rûbirûbûna guherîna keşûhewayê heye. Projeyeke ku baweriya me pê heye û em cibicî dikin.”

Li gor rapirsiya dawî, Emmanuel Macron di gera duyem de nêzîkî %55ê dengan bi dest dixe û Marine Le Pen jî %45ê dengan bi dest dixe.