VIDEO – Di meha remezanê de Kurdên Rûsyayê

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdên ku li bajarê Kransnadorê ya Rûsyayê dijîn di meha remezanê çand û kevneşopiyên xwe yên Kurd û Kurdistanî berdewam dikin.

Kurdên Sovyeta kevin yên ku ji ber sedemên şer û guvaşan ji warê bav û kalên xwe neçar mane qetiyane û li gundê Pîtîgorskê ya bajarê Krasnadorê bicih bûne di meha rojîyê de bi Kurd û Kurdistaniya xwe çand û kevneşopiya xwe dişopînîn.

Kurdên gundê pîtîgorskê dibêjin her çend zehmetî çebûbe jî hewl didin ziman, ol, dab û nêrîtên xwe xwedî derkevin û di meha remezanê de jî li gorî dab û nêritên xwe rojiya xwe digrin.

Hewriha Kurdên Krasnadorê daxwaz ji herema Kurdistanê dikin ku di warê perwerdehî û pirtûkên li ser ziman û dîroka Kurdistanê de ji wan re bibe alîkar da ku xwe ji asîmîlasyonê biparêzin.