Karwanekî malbatên DAIŞê bo Kosovo hatin vegerandin

20-04-2019
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Malbat Kosovo Jin Zarok
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Îro serê sibehê, jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên xelkê Kosovoyê ji Sûriyê bo welatê wan hatin vegerandin, bi vî awayî, Kosovo dibe duyem welat piştî Rûsya, malbatên DAIŞê werdigire.

 

Wezîrê Dadê yê Kosovo, Ebîlard Tahirî ragihand, proseya vegerandina wan kesan bi serket, karwanekî jin û zarokên DAIŞê ji bo wî welatî hatin vegerandin, li balefirxaneya Birîşîna rêkarên ewlekarî yên tund hatibûn wergirtin û ew zarok hatin vegerandin.

 

Ebîlard Tahirî got, dê îro hûrgiliyên zêdetir li ser wan kesan eşkere bikin.

 

Zêdetirî 300 jin û zilamên Kosovoyî,  piştî sala 2012 çûne Sûriyê, 70 ji wan di nava grûpên çekdar de hatin kuştin, herwiha li gor gotina polîsê Kosovo,  150 hemwelatiyên Kosovo, piştî şikestina DAIŞê bi dîl hatine girtin, 60 zarok jî li navçeyên şer ji dayik bûne.

 

Polîsê Kosovo ragihand, heta niha diyar nîne ku çekdar di nava wan kesên ku hatine vegerandin de hene ya na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst