Serokê Komara Kurdistana Sor Mistefayev koça dawî kir

20-04-2019
RÛDAW
Nîşan Wekîl Mistefayev Komara Kurdistana Sor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Komara Kurdistana Sor Wekîl Mistefayev di 81 saliya xwe de li Belçîkayê koça dawî kir.

 

Serokê berê yê Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Qafqasyayê û Serokê Komara Kurdistana Sor Wekîl Mistefayev wefat kir.

 

Hat ragihandin ku Wekîl Mistefayev li Belçîkayê ku bûbû dul sal li wir dijiya, koça dawî kir.

 

Wekîl Mistefayev kî ye?

 

Wekîl Mistefayev di sala 1938a de li Ozbekistanê, di malbateke penaber de jidayik bû. Malbata wî ji Qafqasya ber bi Asyaya Navîn hatibû surgunkirin.

 

Di sala 1967an de Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Qirgizistanê qedandiye û piştî xilaskirina zanîngehê, bûye Cîgirê Asayişa Bajarê Oşê li Qirgizistanê, paşê jî bûye wekîlê bajêr.

 

Wekîl Mistefayev di dema Sovetê de li Wezerata Polîsê Qirgizistanê, Azerbaycanê û Ozbekistanê wezîfeyên giring pêk aniye.

 

Di sala 1988an de li Sovyetê tevlihevî û nakokiyên di nav miletên cuda de dest pê dike, li ser Kurdên Ozbekistanê, Qirgizistanê, Ermenistanê zextên neteweperestî dest pê dike, Wekîl Mistefayev tevî hevalên xwe rêxistina "Yekbûn" ê ava dike û dibe cigirê wê organizasyonê, armanca wî ji nû ve avakirina otonomiya Kurdistana Sor bû.

 

Wekîl Mistefayev piştî hilweşandina dewleta Sovyetê wek penaber li Ewropayê dijiya.

 

Pirtûka dîrokê ya bi navê "Kurdistana Qafqasyayê" nivîsandiye û xwediyê bi sedan gotarên dîrokî û siyasî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst