NY: Ji bo ku lêkoler zû biçin Dûmayê em dixebitin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ligel Sûriye û welatên din di gotûbêjê de ne daku lêkolerên navdewletî zûtirîn dem û bi silametî biçin nav bajarokê Dûmayê.

 

Nêzîka 15 roj e êrîşa kîmyayî ya biguman bo ser Dûmayê hatiye kirin, lê heta niha lêkolerên navdewletî nikarîne biçin Dûmayê û dest bi lêkolînên xwe yên derbarê êrîşê de bikin.

 

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric jî dibêje ku kar li ser wê yekê dikin lêkoler di zûtirîn dem de biçin Dûmayê. Dujarric got: "Niha em ligel Şamê û welatên din di gotûbêjê de ne û kar dikin daku lêkolerên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî ku niha li Şamê ne biçin Dûmayê û dest bi lêkolînên xwe bikin.

 

Stephane Dujarric  herwiha diyar kir: “Tişta haya min jê heye gotûbêjên ligel hevkarên me li Şamê û hemû aliyên din ên navdewletî berdewam in daku piştrast bin tîma OPCWê bikaribe biçe hundir. Em bi dijwarî kar dikin ji bo bikaribin bi silametî û gelekî bilez biçin hundir."