UNESCOyê ji Rûdawê re got: Newroz ne tenê ya miletekî ye

20-03-2024
Nîşan Newroz UNESCO Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkeke UNESCOyê got ku Newroz ne ya miletekî diyarkirî ye, ya nêzîkî 300 milyon kesan e.

Berdevkeke UNESCOyê li ser Newrozê daxuyanî da Tora Medyayî ya Rûdawê.

Berdevka UNESCOyê destnîşan kir ku Newroz li seranserê cîhanê ji aliyê nêzîkî 300 milyon kesan ve tê pîrozkirin û wekî ku hinek caran tê gotin ne tenê ya miletekî ye û pê de çû:

“Dema ku bîranîneke çandî ya xwedî nirxekî bilind, di lîsteya Peymana UNESCOyê ya Parastina Mîrata Çandî de cih digire, ev pêngav nayê wê wateyê ku ev bîranîn taybet a aliyekî diyar e yan jî xwediyê wê tenê aliyek e.”

Berdevka UNESCOyê li ser pirsa Rûdawê ya bi rengê, “Gelo we Newroz wekî cejna neteweyekî diyar kiriye yan na?” got:

“Gelek nirxên çandî di lîsteya UNESCOyê de cih digirin, ev nayê wateya ku ev ev çand a aliyekî diyarkirî be.”

Berdevka UNESCOyê destnîşan kir ku Newroz wekî “Nuvruz, Nuruz, Newrîz, Nevroz” jî tê bilêvkirin û berdewam kir:

“Newroz li ser daxwaza Afxanistan, Azerbeycan, Hindistan, Îraq, Îran, Qazaxistan, Pakistan, Tacikistan, Tirkiye, Tirkmenîstan û Ozbekistanê sala 2016an li Lîsteya Mîrata Çandî ya UNESCOyê hat zêdekirin.

Newroz ji aliyê gelek civak û welatan ve tê pîrozkirin û hejmara kesên ku Newrozê pîroz dikin digihe 300 milyonî.”

“Peymana Parastina Mîrata Çandî ya Neşênber” 17ê Çiriya Pêşîna 2003yan li Konferansa Giştî ya UNESCOyê hat pesendkirin.

Ev peyman sala 2006an hat biwarê sepandinê û xalên wê ev in:

- Parastina mîrata çandî ya neşênber

- Rêzgirtina li mîrata çandî ya neşênber ya komên pêwendîdar

- Bi armanca parastina mîrata çandî ya neşênber zêdekirina hişmendiya cihî, neteweyî û navneteweyî û herwiha zêdekirina hevkariyê

- Dabînkirina hevkarî û alîkariya navneteweyî

Newroz ji bo gelê Kurd yek ji kevneşopî û cejnên herî girîng e.

Bi sedan bûyerên li ser çand û dîroka Kurdan bi Newrozê re tên pêwendîdarkirin.

Bi hatina Newrozê re zivistan xelas dibe û bihara rengîn dest pê dike.

Li hêla din, li cîhanê hinek miletên din jî hene ku Newrozê pîroz dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst