ÇÎN -Ji keştiya binavbûyî xezîne derket

20-03-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Ji keştiyên ku qedera 400 sal berê di çem de binav bûn, bêtirî 10 hezar alavên ku ji zêr, zîv û madenên din ên binirx hatine çêkirin, hatin derxistin.


Li rojavayê başûrê Çînê li eyaleta Siçûanê li noqteya ku çemê Mîncîangê û çemê Cîncîangê digihîjin hevdu, ji keştiyên ku qedera 400 sal berê li vir binav bûn, bêtirî 10 hezar alavên ku ji zêr, zîv û madenên din ên binirx hatine çêkirin, hatin derxistin.


Ajansa Şînhûayê ragihand ku arkeologên ji Çînê di binê çem da vekolîn û lêkolînê dikin û herwiha di nava alavên ku hatin derxistin de gelek pereyên madenî, şûr, kêr, mucewher û rim hene.


Dîrektorê Enstîtuya Berhemên Çandî û Lêkolînên Arkeolojîk a Siçûanê Gao Dalûn diyar kir alavên ku ji keştiyan hatin derxistin, nexşên ser wan pir diyar in û herwiha destkariya wan bêqusûr e. (aa)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst