Pêleke berfê Moskow daye ber xwe: Otomobîl li ser rêyan asê mane

Moskow (Rûdaw) - Li Rûsyayê îsal berfeke zêde dibare û tê pêşbînîkirin ku heta dawiya meha Nîsanî berdewam bike.

Li Moskowê ji ber berfa zêde otomobîl di rêyan de asê mane û şaredariya bajêr jî ji ber rewşa awarte ketiya amadebaşiyê.

Nêzî 15 hezar teknîk bi hezaran tîmên paqijkerên bidest û heta teknîkên kompanyayên taybet, hatine seferberkirin.

Tevahiya servîsên xizmetguzariyê yên şaredariya Moskowê derbasî rewşa karê 24 demjimêrî bûne, ji bo rakirina encamên berfbarîneke neditî ya li Moskowê.

Berpirsê Departmana Veguhastinê ya Şaredariya Moskowê Aleksandr Yefremov diyar kir, "Em hewil didin jiyana xelkê rehetir bikin.

Hemû servîsên me yên xizmetguzariyê 24 demjimêr kar dikin. Ez ji vir sipasiya wan dikim.

Bê guman, kêm û kurtî hene lê krîtîk nîne. Jixwe me karê xwe li gorî mercên zivistana Rûsyayê rêk xistiye."

Şaredarî hewil dide pêşiya hilweşîna veguhastinê bigre lê xitimîna trafîkê berdewam e.

Piraniya otobusên şaredariyê li ser rê asê mane û welatî ji ber bilindbûneke neasayî ya bihaya servîsên taksîyan bi gazinc in.

“Em nikarin xwe bigihînin ser kar”

Karmenda medyayê Olga Andreyevayê got, "Berfeke ecêb hatiye bi ser Moskowê de.

Li ser rê û banan tevlihevî ye. Bihaya taksiyê gihîştiye 4000 rubleyan. Em nikarin xwe bigihînin ser kar.

Em sê demjimêran li benda otobusê disekinin. Her kes xwe avêtiye Metro û li wir jî mehşer e!"

Endaziyarê ITyê Îvan Surkov anî ziman, "Ez bi taksiyê dihatim lê di rê de asê mam. Pir giran e.

Min hewil da carsharing kirê bikim lê ew jî di nav berfê de mabû."

Hat ragihandin ku tenê di şevekî de sêyeka norma barîna mehane bi ser Moskowê de bariye.

Stûriya berfê li hin navçeyên li dor Moskowê ji 50 santîmetreyî derbas bûye.

“Bajêr kincê spî li xwe kiriye mîna bûkekê”

Xwendekara zanîngehê Anastasiya Markovayê wiha axivî, "Berf pir xweş e, ciwan e. Bajêr kincê sipî li xwe kiriye mîna bûkekê."

Bazirgan Danîîl Samoxîn ragihand, "Gelekî ciwan e! Her der berf e. Min gelek teknîk dîtin. Berfê radikin û vediguhêzin.

Şaredarî baş kar dike. Ez tevahiya rojê li bajêr im û dibînim. Aferîn ji wana re!"

Li gorî zanyariyên Navenda Meteorolojiyê, vê zivistanê li Moskowayê bi giştî 2,6 metreyan berf bariye, di gel wê yekê ku norm 1,52 metre ye.