Wezîrên Derve û Navxwe yên Almanyayê serdana Mereşê dikin

20-02-2023
RÛDAW
Nîşan Annalena Baerbock Nancy Faeser Erdhej Erdheja Mereşê Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock û Wezîra Navxwe ya wî welatî Nancy Faeser ligel şandekê serdana parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê dike ku navenda erdehaja 6ê vê mehê bû.

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê Christian Wagner ragihand ku roja Sêşemê 21ê Sibata 2023an Wezîra Derva ya Almanyayê Annalena Baerbock û Wezîrê Navxwe Nancy Faeser ligel şandekê ji ber edheja 6ê Sibata 2023an serdana parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê dike ku navenda wê erdhejê bû.

Wagner herwiha diyar kiriye ku ew serdan di demek kurt de hatiye plankirin û planên serdanê berdewam dikin û ji ber wê yekê daxuyaniyek berfireh nayê belavkirin.

Li gor zanyariyan herdû wezîrên Alman dê li navçeya Pazarcix a Mereşê serdana konbajarekê mexdûrên erdhejê bikin û piştre ligel nûnerên saziyên civaka sivîl ên navçeyê hevdîtinekê pêkbînin.

Piştî ku Almanyayê ragihandibû ew dê asankariya vîzeyê  bo ew kesên ku dixwazin ji navçeyên erdhejê biçin Almanyayê bikin, tê pêşbînîkirin ku herdû wezîr serdana ofîsa vîzeyê ya wî welatî ya li parêzgeha Dîlokê jî bikin.

Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê bandor li Mereş, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî, Hatay, Osmaniye, Xarpêt, Kilîs, Edene û Amedê kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan.

Li gor amarên ku Serokayetiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), roja Yekşemê 19ê Sibata 2023ê belavekirine heta niha di erdheja Mereşê de 41 hezar û 20 kesan canê xwe jidest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst