Neteweyên Yekbûyî li ser “metirsiyeke mezin” a hişê çêkirî hişyarî dide

20-02-2023
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Hişê çêkirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hişyarî li ser "metirsiyeke mezin" a zîrekiya hişê çêkirî da û got, “Ew zîrekiya gefê li mafên mirovan û rûmeta mirovan dixwe.”

Berpirsê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Volker Turk di nameyeke ku bilez ji gelek hikûmet, sazî, kompanya û kesayetiyan re şandiye de, hişyarî li ser metirsiyên pêşketina hişê çêkirî da û got, “Ew pêşketina mezin a di sektora hişê çêkirî de hatiye kirin, zirareke mezin digihîne mirovahiyê û ji bo karanîna vê teknolojiyê sînor were danîn.”

Volker Turk anî ziman, “Rûmeta mirov di metirsiyeke mezin de ye” û bang li kompanyayên mezin ên teknolojiyê û hikûmetên gelek welatan kir ku bi hev re bixebitin da ku rewşê kontrol bikin.

Li gorî Turk, yek ji wan gefan jî “bikaranîna hişê çêkirî di artêşê de ye.”

Hişyariya Turk hevdem bû ligel peyamên dehan welatan ji Amerîka û Çînê re derbarê bikaranîna teknolojiyê di artêşê de ku bi baweriya wan dê encamên pir xerab ji bo mirovahiyê hebe.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê zêdetirî 60 welatan ve hatiye îmzekirin, hişyarî li ser bandorên hişê çêkirî dane ku ew bawer dikin berpirsiyariya mirovan kêm dike an ji holê radike.

Hişê çêkirî di hemû warên jiyana mirovan de belav bûye, di nav de telefonên zîrek, tenduristî, ewlehî û bi sedan warên din de. Niha ew teknolojî bûye cihê gengeşeyeke mezin ji bo kompanyayên mezin ên teknolojiyê, nemaze Microsoft ku bi dehan milyar dolaran veberhênan kiriye di hişê çêkirî de kiriye.

Pêşketinên di hişê çêkirî de Yekîtiya Ewropayê xiste nav livûtevgerê ku li ser yasayeke bi navê AI Act bixebite ku tê pêşbînîkirin di dawiya vê salê an destpêka 2024an de were pejirandin û di nav çend salan de were sepandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst