Pirsa azadiya raderbirînê li Spanyayê bûye rojeva sereke

20-02-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku rapbêjê Katalan Pablo Hasel bi tometa sivkatîkirina bi Şahê Spanyayê hate girtin, pirsa azadiya raderbirînê li wî welatî bû rojeva serekî.

Rapbêjê Katalan Pablo Hasel, bi tometa ku li ser hesabê xwe yê Twitterê propaganda terorê kiriye û sivkatî bi malbata şahnişîniya Spanyayê kiriye, bi 9 meh cezayê zindanê hate girtin.

Ev 3 roj in bi mebesta protestokirina biryara cezakirina Hasel xwenîşandan birêve diçin û di encama aloziyên wan xwenîşandanan de heta niha zêdetirî 100 kesî hatine desteserkirin.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez jî ragihand ku demokrasiya welatê wan berpirsyar e ku azadiya raderbirînê berfirfeh û baştir bike û got jî bikaranîna tundûtûjiyê jî nayê qebûlkirin.

Her li ser vê mijarê di navbera partiyên hevpeymanên hikûmetê de jî nakokî çêbûn û serokê partiya Podemos ku partiyeke çep e û helwesta wê li hemberî protestoyan bûbû cihê rexneyan, got ku biryara derbarê Hasel de pirsên li ser demokrasiya Spanyayê zêde dike.

Li aliyê din tê çaverêkirin ku hikûmet ji bo rêgirtina li ber biryar û bûyerên bi vî rengî, di yasayê de guhertinan bike û çarçova azadiya raderbirînê berfirehtir bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst