Jina 64 salî cêwî anî

20-02-2017
RÛDAW
Nîşan Îspanya Cêwî Sezeryen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Îspanyayê jinekê 64 salî cêwî anîne dinyayê û li gorî raporên nexweşxaneyê rewşa dayik û zarokên wê baş in.

 

Li gorî nûçeyekî CNNê li bajarê Burgosa Îspanyayê jinekê 64 salî keçek û kurek anî dine. Li gorî raporên nexweşxaneya Recoletas Burgosê zayîn bi rêya sezeryenê bûye.

 

Heta gotin dayika cêwiyan di sala 2012ê de jî keçikek aniye dinê lê ji ber gumanên xwedîkirinê, keça wê jê hatiye standin.

 

Rewşa dayik û cêwiyan baş e. Derbarê cêwiyan de hê ti biryar nehatiye dayîn.

 

Li gorî rojnameya El Paisa îspanî, di salên dawiyê de 2 jinên îspanî yên ji 60 salî mezintir zarok anîn.

 

Di Nîsana 2016ê de li Hîndîstanê jina bi navê Daljinder Kaur, di 72 saliya xwe de kurek anîbû dinê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst