ALMANYA - Parlamentoyê qebûl kir, dersînorkirina penaberan tê hêsankirin

20-01-2024
Zinar Şîno
Parlamentoya Federal a Almanyayê
Parlamentoya Federal a Almanyayê
Nîşan Almanya Penaber Dersînorkirin Hemwelatîbûn
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Parlamentoya Federal a Almanyayê pêşnûmaya hêsankirina dersînorkirina penaberan pesend kir.

Li Almanyayê, Parlamentoya Federal, pêşnûmaya ku ji aliyê Wezîra Karên Navxwe Nancy Faeser ve hatibû amadekirin û tê de lezkirina pêvajoya dersînorkirina kesên ku serlêdana wan a penaberiyê tên redkirin, qebûl kir.

Bi vî awayî qanûna bi navê “Qanûna Başkirina Vegerandinê” ket meriyetê.

Qanûna ku bi erêkirina Parlamentoya Federal ket meriyetê, rayeya lêgerînê ya polîsan jî berfireh dike.

Herwiha li gorî heman qanûnê dema desteserkirina kesên li navendên beriya dersînorkirinê ji 10 rojan derket 28 rojan.

Armanca vê pêkanînê ew e ku kesên ji bo wan biryara dersînorkirinê hatiye dayîn nerevin.

Rêzikname dersînorkirina tawanbar, kesên xeternak, endamên komên sûcên organîze û qaçaxçiyan jî hêsan dike.

Tê plankirin ku endamên biyanî yên rêxistinên tawanê bêyî pêvajoya darizandina kesane bên dersînorkirin.

Alîkariya ji bo penaberan hat kêmkirin

Bi qanûna nû re dê alîkariya ji bo penaxwazan bê kêmkirin û kesên ku mecbûr in li navenda pêşwaziyê bimînin dê li şûna neh mehan piştî şeş mehan bikaribin kar bikin.

Hin parlementerên hevparê desthilatê yên Keskan, her wiha partiyên mixalefetê CDU/CSU û partiya rastgir a populîst Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) li dijî pêşnûmeyê deng dan.

Hem Rawêjkarê Almanyayê Olaf Scholz hem jî Wezîra Karên Navxwe Nancy Faeser bal kişandibûn ser wê yekê ku divê dersînorkirin bên lezkirin.

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser di parlamantoyê de axaftinek kir û got:

“Ev pêşnûme li ser du xalên sereke ye, Ya yekem nûvekirinên girîng dihewîne, em dê di pêşerojê de rê li ber windakirin û sirgûnkirina mirovan bigirin.

Ya duyemîn jî em ê wan nas bikin û li şûna sirgûnê nasname bidin wan.”

Hemwelatîbûn ji 8 salan daket 5 salan

Bi yasaya nû re dema dayîna hevwelatîbûnê jî hat kurtkirin. Ji 8 salan daket 5 salan.

Di rewşa "serkeftina guncandina/întegrasyona taybet" de jî ev heyam dikare heya sê salan jî dakeve.

Yên ku ji hemwelatîtiyek zêdetir hemwelatîtiyên wan hebin, zarokên wan li Almanyayê jidayik bibin dê piştî pênc salan bikaribin hemwelatiya Almanyayê wergire.

Wezîrê Dewletê yê Almanya yê Koçberî û Entegrasyonê Reem Abali Radvan got, “20 milyon kes biyanî ne. Em dê li vir bimînin û ev der jî welatê me ye.”

Li aliyê din mixalefeta Almanyayê dayîna hemwelatîbûnê bi tundî rexne kir.

Mixalefetê diyar kir ku divê Almanya jî wekî Fransayê qanûnê tund bike.

“Hûn hemwelatîbûna me bêqîmet dikin”

Parlamenterê Xirîstiyan Demokratan Alexander Throm got, “Welatên din, wekî Fransa, qanûnên hemwelatîbûnê pir dijwar dikin.

Berovajî, hûn daxwazan kêm dikin. Ev ne qanûnek nû ye, ne jî nûkirina vê qanûnê ye. Hûn hemwelatîbûna me bêqîmet dikin.”

Li gorî daneyên fermî, di nîvê salê de li Almanyayê 279 hezar û 98 kesên ku ji bo wan biryara dersînorkirinê hatiye dayîn, hene.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Navxwe ev hejmar di dawiya meha Îlonê de daketiye 255 hezaran.

Hat diyarkirin ku ji van 205 hezar kesan "belgeya toleransê" (duldung) hatiye dayîn ku destûrê dide pêvajoya dersînorkirinê bê taloqkirin û yekser nikarin bên dersînorkirin.

Wezaretê ragihand ku heta dawiya meha Îlonê 12 hezar kes hatine dersînorkirin.

Li Almanyayên 14 milyon kesen bi pasaportên biyanî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst