Netewên Yekgirtî: 10 serbazên aştîparêz li Malî hatin kuştin

20-01-2019
RÛDAW
Nîşan Malî Hêzên aştîparêz Netewên Yekgirtî Êrîş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li welatê Malî ku dikeve parzemîna Afrîqayê, 10 serbazên hêzên aştîparêz ên ser bi Netewên Yekgirtî ve di êrîşekê de hatin kuştin.

 

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ragihand, ji ber êrîşeke çekdarî bo ser kampeke hêzên aştîparêz ên NY li bakurê welatê Malî, 10 serbazên aştîparêz hatine kuştin û 25 serbazên din jî birîndar bûne.

 

Li gor agahiyan, yekîneyên ji Çadê yên hêzên aştîparêzê îro li bajarokê Aguelhok ku dikeve bakurê rojavayê welatê Malî, rastî êrîşekê hatin û di encamê de gelek kuştî û birîndar çê bûn.

 

Herêmên li bakur û navenda welatê Maliyê ji sala 2012an û şûnde neseqmgîr bûne û pevçûnên çekdarî têde çê dibin.

 

Ji bo vegerandina îstiqrar û ewlehiyê bo deverên nearam ên Maliyê, 4 hezar hêzên Fransayê tevî 15 hezar hêzên aştîparêz ên ser bi Netewên Yekgirtî ve li wî welatê bi cih bûne, lê heta niha alozî û pevçûn navber bi navber li herêmên navend û bakurê Malî berdewam in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst