Çekdarên Husî koşka Serokomarê Yemenê girtin

 

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên şîe yên Husî koşka Serokomarê Yemenê dagîr kirin. Dewlet jî dibêje, ev kûdeta ye.

 

Li paytexta Yemenê, Senaayê şer û pevçûn di navbera çekdarên şîe yên Husî û artêşa wî welatî de didome.

 

Li gorî agahiyan, îro danê êvarê çekdarên Husî derbasî nav koşkê bûn.

 

Wezareta Enformasyonê ya Yemenê jî ragihand, çekdarên Husî ketin koşkê û li dijî hikûmetê kûdeta kirin.

 

Çekdarên Husî ku Serokomarê Yemenê Ebdurreba Mensûr Hadî bi piştevanîkirina El Qaîdê tohmetbar dikin, duh dora Koşka wî girtibûn.

 

Di şerê duh de 9 kes hatibûn kuştin û 67 kes jî birîndar bibûn. Heta niha jî şer didome.