Hêzên Pêşmerge 2 somalî kuştin

Orebro (Rûdaw)- 2 welatiyên Swêdê ku bi asil xelkê welatê Somalê ne, li Iraqê tevlî refên DAIŞê bibûn û bi destê Hêzên Pêşmerge ve hatibûn kuştin.

Ev nûçe hem ji aliyê Serokê Encumena Rêveberiya Mizgefta bajarê Orbroyê yê Swêdê Cemal Kemihandî û hem ji aliyê şaxa Orbroyê ya Rêxistina Ferhengî ya Efrîqyayê ve hat piştrastkirin, ku beriya 2 hefteyan ew herdu xort hatine kuştin. Herwiha Cemal Kemihandî bavê yekî ji wan xortan e.

Serokê şaxa Orbroyê ya Rêxistina Ferhengî ya Efrîqyayê Mehdî Wersame ji Radyoya Swêdê re ragihand: “Mervên wan herdu xortan ji me re gotine ku ew herdu xort dema ku di nav DAIŞê de şer dikirin li bakurê Iraqê hatine kuştin.”

Ew herdu xortên somalî beriya ku bi destê Pêşmerge werin kuştin, çend caran serdana Iraqê kirine. Mehdî Wersame dibêje: “Bav û dayikên wan gellek hewl dane ku neçin nav DAIŞê, lê dîsa bê razîbûna wan tevlî wê rixistinê bûn.”

Tê zanîn ku hejmarek zêde ji çekdarên biyanî tevlî refên DAIŞê li Iraq û Sûriyê bûne û niha şer dikin, herwiha gellek vegeriyane welatê xwe û metirsî li ser welatê xwe çê kirine û gellek jî hatine kuştin.