Li Çînê erd hejiya, 111 kes mirin

19-12-2023
Nîşan Çîn Erdhej Mirî Birîndar Eyaleta Gansuyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Gansuyê ya li bakurrojavayê Çînê erd hejiya.

Di erdhejê de 111 kes mirin, 220 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Ajansa Xinhuayê ya Çînê erdhejê şeva borî nîvê şêvê rû daye û mezinahiya wê 6,2 ye.

Li gorî agahiyên destpêkê, li eyaleta Gansuyê 100 kes mirine 96 kes jî birîndar in.

Herwiha li eyaleta Çinghayê jî 11 kes mirine û 124 kes birîndar bûne.

Erdhejê gelek xisar gihandiye xetên kareba, av û ragihandinê.

Serokê Dewletê yê Çînê Şi Cinping piştî erdhejê bangî aliyên pêwendîdar kir da ku demildest dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bikin.

Şêniyên herêmê dibêjin ku erdhejê xisareke mezin gihandiye gelek rê û malan û herwiha binesaziyê.

Li Çînê li herêma Çiyayên Hîmalayayê xeteke berfireh a erdhejê heye û li vê herêmê gelek caran erdhej çêdibin.

Îlona 2022yan jî erdhejeke bi mezinahiya 6,8an rû da û herî kêm 93 kes mirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst