Dadgeha Bilind a Brîtanyayê: Şandina koçberan bo Rwandayê yasayî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Brîtanyayê derbarê şandina koçberan ji Brîtanyayê bo Rwandayê biryar da û ragihand ku ev şandina koçberan “karekî yasayî ye.”

Roja Duşemê, 19ê Berfenbara 2022, dadwerên Dadgeha Bilind a Brîtanyayê biryar dan ku bernameya şandina koçberan bo Rwanda yasayî ye.

Di xwendina biryarê de, Dadwerê Dadgeha Bilind Clive Lewis got ku ew pêvajoyek qanûnî ye ku hukûmeta Brîtanî bi hukûmeta Rwandayê re li hev bike ku koçberan bişîne wî welatî ku dê dozên wan bêne nirxandin.

Dadwerê Brîtanî jî got “Ji ber vê yekê şandina koçberan bo Ruandayê li gorî peymana penaberan a hikûmetê û prosedurên din ên qanûnî ye, di nav de jî peymana mafên mirovan a sala 1998’an.”

Di meha Nîsanê de, Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Borris Johnson bernameyeke taybet ji bo şandina koçberan ji Brîtanya bo Ruanda ragihand. Piştî çûna Johnson, Liz Truss û Rishi Sunak soz dan ku ji bo pêkanîna bernameyê bixebitin.

Li gorî vê bernameyê, her kesê ku ji 1ê Berfenbara 2022an ve bi rêyên neqanûnî derbasî nav axa Brîtanyayê bibe, heta ku doza wan were çareserkirin dê ji bo Rwandayê bên şandin, lê ev biryar rastî rexneyên tund ên rêxistinên mafên mirovan hat.

Hikûmeta nû ya Brîtanî, bi serokatiya Rishi Sunak, bi rexneyên tund re rûbirû maye ji ber ku pirsgirêka koçberiyê çareser nake. Li gorî amarên dawî tenê di 11 mehên destpêkê yên îsal de zêdetirî 40 hezar koçber bi beleman ji Kanala Îngilîz gihîştine Brîtanyayê.

Lê piştî gelek giliyên li Dadgeha Bilind a Brîtanyayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ev biryar rastî gelek astengiyan hat. Karwana yekem a koçberan a ji Brîtanyayê dihat plankirin ku di meha Hezîranê de bo Rwandayê bihata şandina, lê ji ber giliyan hat astengkirin.