Yûnan dîwar li ser sînorê xwe yê li gel Tirkiyê çêdike

19-12-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Yunanistan Dîwar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yûnan 26 hezar metreyên din ên dîwar li ser sînorê xwe yê li gel Tirkiyê çêdike.

Wezîrê Parastina Sivîl ê YûnanêTakis Theodorikakos di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dê li ser beşek ji  sînorên xwe yên ên ligel Tirkiyê 26 hezar kîlometreyên din dîwaran çêbikin.

Welatê Yûnanê ku ji ber egere pêleke koçberên Efganistanî bo nav welatê xwe, li ser sînorên xwe yên ligel Tirkiyê 40 hezar kîlometre dîwarên ji pola çêkiribûn. Wî welatî biryar da ku li ser 26 hezar kîlometreyên din ên wî sînorê ligel Tirkiyê  dîwaran çêbike.

Wezîrê Parastina Sivîl yê Yûnanê Takis Theodorikakos derbarê mijarê de di  Komîteya Peywendiyên Derve û Berevaniya Niştimanî ya Parlamentoyê de axivî.

Takis Theodorikakos amaje bi wê yekê da ew dê hejmara kesên ku li ser sînor erkdar in 550 kesên din zêde bikin û tekez kir ku ew dê li çend cihên ku li dewûberên bajarokê Feres hatine destnîşankirin, 26 hezar kîlometreyên din  dîwaran çêbikin.

Wezîrê Parastina Sivîl yê Yûnanê destnîşan kir ku ew dixwazin bi van tedbîran sînorên xwe biparêzin û rûbrûyî hatina koçberên neyasayî bibin û got: “Di Adara 2020ê çi çêbû herkes dizane. Koçberên neyasayî bixwe hewl nedan bikevin bo nav axa Yunanîstanê.

Tiştên ku pêkhatine encamê operasyoneke meqamên Tirk bûn ku dixwestin beşeke zêde ya sînorê Yunanîstanê binpêbikin û bo vê yekê jî koçber bikardianîn.”

Ew wezîrê Yunanî herwiha dibêje:”Îsal ji meha Nîsanê heta Mijdarê bi giştî rê li ber hatina 143 hezar û 472 koçberan bo nav axa Yunanîstanê hatiye girtin. Sala derbasbûyî jî rê li hatina 98 hezar koçberan hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst