Koşka Spî: Me dest bi vekişandina leşkerên xwe kir

Navenda Nûçeyan - Koşka Spî ragihand ku em derbasî qonaxa nû ya têkoşîna li dijî DAIŞê dibin û me dest bi vekişandina leşkerên Amerîkayê kir.

 

Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Amerîka rêxistina DAIŞê bi temamî têk biriye, lewma qonaxeke nû dest pê dike û Amerîkayê dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê kiriye.

 

Sarah Sanders diyar dike ku serkeftina bi ser DAIŞê de nayê wateya bidawîbûna Hevpeymaniya Navdewletî.

 

Daxuyaniya Koşka Spî piştî wê yekê hat ku îro çend rayedarên Amerîkayê ji medyayên xwe re eşkere kiribûn ku îdareya Trump biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê daye.

 

Piştre Serokê Amerîkayê Donald Trump di twîteke xwe de ragihand: “Me li Sûriyê DAIŞ têk bir, ku di dema serokatiya min de yekane sedema mana hêzên me bû li wî welatî.”

 

Nêzîkî sê hefte ye Artêşa Tirkiyê hêzên piştevaniyê ji sînorên herdu bajarên Kilîs û Hatayê dişîne hêzên bicîkirî yên li nav Sûriyê.

 

Nêzîkî du hezar leşker û şêwirmendên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê hene, ku di şerê dijî DAIŞê de piştevaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikin. Tirkiye jî li dijî hevahengiya Amerîka û YPG ye.