Pûtîn: Emê bersiva kuştina balyoz Karlov bidin

Navenda Nûçeyan - Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn ragihand, kuştina Karlov bi mebesta têkdana pêwendiyên Moskow û Enqerê û çêkirina arîşeyan li hember hewlên çareserkirina kirîza Sûriyê ye. Pûtîn got, ew dê tola kuştina Karlov bi xurtkirina şerê li dijî terorê hildin.

 

Vladimir Pûtîn derbarê bûyera kuştina Balyozê Rûsya yê li Enqerê Andrey Karlov de daxuyaniyek da.

 

Pûtîn sersaxî ji malbat û dost û kesûkarên Andrey Karlov re xwast û daxwaz ji Wezîrê Derve yê wî welatî Sergey Lavrov kir, ku merasîmek taybet bo vegerandina termê Karlov saz bike.

 

Pûtîn da xuyakirin, ku kuştina Karlov bi armanc hatiye kirin û tekez kir, ku ew bûyer wan di şerê li dijî terorê de mikurtir dike û doz da ku kes û aliyên bikuj dê di pêşerojê de wê yekê bibînin.

 

Pûtîn wiha axivî:

 

“Cînayetek hat kirin. Ev helbet porovokasyonek e li dijî asayîbûna pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê. Herwiha provokasyonek li dijî hewldanên Rûsya, Tirkiye û Îranê yên ji bo çareseriya aştiyane ya li Sûriyê ye. Tenê bersiveke vê heye, ev jî bihêzkirina têkoşîna li dijî terorîzmê ye. Dê qelaş vê hest bikin.”

 

Pûtîn amaje bi kesatiya balyozê kuştî yê Rûsya yê li Enqerê Andrey Karlov jî kir û  got: “Karlov dîplomatkarekî serkeftî, dilpak û tije bû. Li welatê ku lê kar dikir xwedî îmajeke gelekî baş bû. Bi rêvebiriya Tirkiyê û hêzên din ên siyasî pêwendiyên wî yên gelek baş hebûn. Rêz li wî digirtin.”

 

Serokê Rûsya da zanîn, ku di serdana wî ya herî dawîn a bo Tirkiyê de, balyoz Andrey Karlov heta dawiya serdanê pê re bûye û destnîşan kir, ku kuştina Karlov yek ji wan karan e ku dibe sedema belavbûna kîn û nefretê di navbera xelkê de û li ser wê esasê jî ew hat kuştin.

 

Vladimir Pûtîn daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê jî kir, ku lêkolîneke hûr derbarê bûyera kuştina Karlov de bike û got: “Di pêwendiyeke telefonî ya li gel Serokomarê Tirkiyê de, min daxwaz li wî kir ku lêkolîneke hûr derbarê kuştina wî (Karlov) de bike.”