Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku Ukraynayê bi mûşekên ATACMS ên Amerîkayê êrişî nava axa wan kiriye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê piştî Serokê Amerîkayê biryarnameya bikaranîna mûşekan îmze kir Ukraynayê bi mûşekên dûravêj ên ATACMS êriş kir.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyanî belav kir û diyar kir ku Ukraynayê 6 mûşekên dûravêj avêtine herêma Bryanskê.
Di berdewamiya daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku cureyên mûşekên hatine bikaranîn ATACMS ên Amerîkayê ne.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku sîstema parastina hewayî mûşekek xistiye û zerer jî daye mûşekekê.
“Rûsya ti zerera canî çênebûye”
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku ti zerera wan a canî nebûye û wiha got:
"Parçeyên mûşekekê li herêmeke leşkerî ya Bryanskê ketin û bû sedema şewatê.
Bilez mudaxaleyî agir hat kirin û ti zerera canî çênebûye."
Roja sêşemê hin dezgehên medyayî yên Ukraynayê xwe spart çavkaniyên leşkerî û da zanîn ku hêzên Ukraynayê bi mûşekên Amerîkayê bajarokê Karaçevê yê Brayanskê kiriye armanc.
Hêzên Ukraynayê diyar kir ku wan 110 kîlometre li nava axa Rûsyayê êrişî cebilxaneyeke Rûsyayê kir.
Heta niha artêşa Ukraynayê piştrast nekiriye bê ka di wê êrişê de kîjan çek hatiye bikaranîn.
Heger were teyîtkirin ev dibe yekem êrişa mûşekên dûravêj a Ukraynayê ya li hemberî Rûsyayê.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky doh li ser destûra bikaranîna mûşekên Amerîkayê wiha gotitbû:
“Dê mûşek biaxivin!”
Beriya bi 2 rojan Serokê Amerîkayê Joe Biden biryarnameyek îmze kir ku destûrê dide Ukraynayê çekên bihêz ên dûravêj li dijî Rûsyayê bi kar bîne.
Medyaya Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku Joe Biden li hemberî hatina "bi deh hezaran leşkerên Koreya Bakur a nava axa Rûsyayê” ew biryarname îmze kir.
Divê were gotin ku Birêvebiriya Biden berê li dijî wê yekê bû ku Ukrayna çek û mûşekên dûravêj li hundirê Rûsyayê bi kar bîne û hişyarî dabû ku ev gav dê xizmeta Ukrayniyan neke.
Serokê Ukraynayl Volodimir Zelensky çendîn caran ji Amerîka û welatên NATO xwest ku rê bidin wê da ku çekên dûravêj ji bo êrişkirina ser axa Rûsyayê bikar bînin.
Heta niha daxwazên Ukraynayê nedihatin qebûlkirin.
Şerê Rûsya û Ukraynayê Sibata 2022an dest pê kir û Rûsya di gelek waran de bipêşketinên girîng bi dest xist.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse