Vladimir Putin doktrîna nukleerî ya Rûsyayê pejirand

19-11-2024
Nîşan Vladimir Putin Doktrîna Nukleerî Pejirandin Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin doktrîna polîtîkaya rêlibergirtina nukleerî ya Rûsyayê pejirand.

Vladimir Putin biryarnameya li ser doktrîna nukleerî ya nûjenkirî ya dewletê îmze kir ku Bingehên Siyaseta Dewletê ya di warê rêlibergirtina nukleerî de destnîşan dike.

Belge êdî hatiye weşandin û îro dikeve meriyetê.

Biryarnameya berê ya li ser siyaseta Rûsyayê ya di warê rêlibergirtina nukleerî hat betalkirin.

Prensîba bingehîn a doktrînê ev e ku çekên nukleerî ji bo parastina serweriya dewletê çareya dawî ne.

Her wiha amaje pê tê kirin ku “Rûsya ji ber derketina rîsk û gefên leşkerî yên nû, neçar ma pîvanên ku destûrê didin bikaranîna çekên nukleerî eşkere bike.”

Di biryarnameyê de tê gotin ku dûrxistina dijminekî potansiyel ji êrişa li ser Rûsya û hevalbendên wê karê herî bilind ê dewletê ye.

Biryarname di bin navê dijminê potansiyel de behsa hinek welat û koalîsyonên leşkerî, hevalbend an blokan dike ku Rûsya wan wekî dijminê potansiyel dihesibîne û hem jî xwediyê potansiyela şer û çekên nukleerî yên girîng in.

Armanca rêlibergirtina nukleerî ew e ku dijminê potansiyel fam bike heke êrişî Federasyona Rûsyayê an hevalbendên wê were kirin dê tolhildan neçarî be.

Çi bûbû?

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin 25ê Îlonê pêşniyar kir ku derbarê şert û mercên bikaranîna çekên nukleerî yên Rûsyayê çend ronîkirin bên kirin.

Wê demê di doktrîna nukleerî ya Rûsyayê hinek guherînên sereke hatibûn kirin ku bi vî rengî bûn:

- Pêşnûmeya doktrîna nukleerî ya nûjenkirî ya Rûsyayê, kategoriya dewlet û hevpeymanên leşkerî yên ku li dijî wan ragirtina nukleerî tê kirin berfireh dike

- Êrişa her dewleta nenukleerî ya li ser Rûsyayê ya bi piştgiriya hêzeke nukleerî dê wekî êrişeke hevpar a li ser Rûsyayê bê dîtin

- Rûsya dema êrişî Belarûsê bê kirin mafê xwe yê bikaranîna çekên nukleerî diparêze

- Agahiyên pêbawer ên derbarê destpêkirina êrişeke girseyî ya bi çekên hewayî û fezayî ya ber bi Rûsyayê ve dê bibe sedema bersiveke nukleerî. Di nav wan çekan de balafirên stratejîk û taktîkî, mûşekên keştiyan, dron, balafirên hîpersonîk û balafirên din hene

- Metirsiya krîtîk a li ser serweriya Rûsyayê, tevî çekên konvansiyonel jî, dê bibe bingeha bersivdayîna nukleerî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst