Rûsya: Pêşniyarên Erdogan ên li ser Ukraynayê nayên qebûlkirin
Moskow (Rûdaw) - Sekreterê Çapemeniyê yê Serokê Rûsyayê Dmitry Peskov got, “Pêşniyarên Erdogan ên li ser Ukraynayê nayên qebûlkirin.”
Rojnamegeran rapora Bloombergê bi bîr anî ku dibêje Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dixwaze pêşniyareke ji bo rawestandina şerê li Ukraynayê pêşkêşî serokên G20ê bike.
Dmitry Peskov jî da zanîn ku di hevdîtinên Rûsya û Tirkiyeyê de plana rawestandina şer nehatiye gotûbêjkirin.
Sekreterê Çapemeniyê yê Serokê Rûsyayê amaje pê kir ku rawestandina şer ji bo wan ne bijardeya serekî ye.
Dmitry Peskov her wiha diyar kir, pêşniyara rawestandina şerê li Ukraynayê ji aliya Moskowê ve nayê qebûlkirin.
Bloombergê berî niha ragihandibû ku Erdogan dê di Lûtkeya G20ê de pêşniyarekê pêşkêş bike da ku şerê Ukraynayê li gor xeta eniya şer bê rawestandin.
Li gorî Bloombergê, Tirkiye dê ji Ukraynayê re pêşniyar bike ku danûstandinên tevlîbûna NATOyê herî kêm 10 salan taloq bike, her wiha li rojhilatê Donbassê "herêmeke bêçekkirî" bê avakirin û "leşkerên navneteweyî" li wir bên bicihkirin.
Serokomarê Tirkiyeyê di wê baweriyê de ye ku divê yekparçeyî û serweriya Ukraynayê wekî pêwîstiyeke yasayên navneteweyî garantî bikin û Qirim li Ukraynayê were vegerandin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin Hezîrana 2024an ji bo destpêkirina muzakereyên aştiyê yên bi Ukraynayê re mercên xwe eşkere kiribûn.
Hinek ji mercên Vladimir Putin ev bûn:
- Leşkerên Ukraynayê dê ji herêmên Komara Gel a Donetskê, Komara Gel a Luganskê, parêzgehên Zaporojye û Xersonê vekişin
- Ew herêm û Qirim dê di qada navneteweyî de wekî beşeke Rûsyayê bên qebûlkirin
- Ukrayna dê tevlî NATOyê nebe
- Hemû cezayên Rojavayê yên li ser Rûsyayê dê werin rakirin
Divê were gotin ku Ukraynayê ev şertên Putin wekî “ultîmatom”ê bi nav kiribûn.